‘Welatekî ku hiqûqa xwe pêk nayê heye’ 2020-01-25 09:06:29   Rengîn Azîzoglu   AMED - Parêzer Suzan Akîpa giştînameyên ‘têkoşîna bi şîdetê re’ yên wezaretê weşandine û pêşnûme qanûna ku ji bo gumanbarê îstîsmarê ku ji aliyê desthilatdariyê ve hatiye rojevê, nirxand û diyar kir ku ew van giştînameyan wek pêngaveke girîng binirxînin jî, rastiyeke welat ya ku hiqûqa xwe ya navxweyî pêk nayne, heye.   Ji rêveberiya Komeleya Akademiya Jinan a Amedê ,Parêzer Suzan Akîpa giştînameya ‘têkoşîna li dijî şîdeta li hember jinan’ ya du wezaretan weşandiye nirxand û diyar kir ku hinek xalên giştînameyê bi xeter in û got daxwazên jinan li ber çavan neyê girtin, di têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê de jî pêşketin nayê bidestxistin.   ‘Çavkaniya şîdetê tê berovajîkirin’   Suzanê diyar kir ku giştînameya ji aliyê wezareta karê hundir ve hatiye aşkerakirin esasên bi xeter dihewîne û di giştînameyê de tê gotin ku ji bo kesên ku şîdetê pêk tînin, di nokteya kontrolkirina hêrs û şîdetê de wê perwerde bê dayîn û got ev xala di giştînameyê de çavkaniya şîdetê berovajî dike û got: “Şîdet biyolojîk an jî psîklojîk nîne. Polîk e, zîhniyet e. Desthilatdarî û yên qanûnan diparêzin divê di têkoşîna li dijî şîdetê de, çavkaniya şîdetê diyar bike,tespît bike û çareseriyên mayînde pêk bîne. Ev esas di têkoşîna jinan de esas in.”   ‘Mijar tunekirina zîhniyetê ye’   Suzanê daxuyakirin ku di xaleke giştînameyê de tê gotin ku ‘yên şîdetê pêk tînin û çeka wan ya bi ruhsat hebe wê bê desteserkirin’ û got: “Yên şîdetê dikin li şûna çeka bi ruhsat bi alaveke din êrîş bike, em ê çi bikin? Mijar ne tunekirina alavan e, mijar tunekirina zîhniyetê ye. Yanî giştîname ne tiştekî ku nû hatiye kîfşkirine û ne rewşek ku bûye mijara metneke hiqûqî. Hemû xalên di giştînameya hatiye weşandin de di qanûna hejmar 6284 û Peymana Stenbolê de û hiqûqa navxweyî de tê ferzkirin.”   ‘Giştîname xapandina civakê ye’   Suzanê destnîşan kir ku vê giştînameyê pêngaveke cidî bihesibînin jî, rastiya welatekî ku hiqûqa navxweyî pêk nayne li pêş wan heye û got: “Desthilatdarî her roj zayenperestiyê diafirîne û zimanê şîdetê bikar tîne. Li aliyê din jî giştînameyeke kamuflajê derdixe û ev jî tê wateya ku civak tê xapandin. Di têkoşîna li dijî şîdetê de divê kedek cidî bê dayîn, hemû alav û raye bi awayekî cidî bên bikaranîn. Bi samimiyet û bikaranîna polîtîkayên bi bandor dikare têkoşîna li dijî şîdetê bê bikaranîn. Hemû jinên cîhanê ji bo sererastkirina hiqûqî pêş bikeve têdikoşe. Bi taybet li Tirkiyeyê û li seranserê cîhanê di nokteya destkeftiya jinan de pêngav hatibe avêtin jî ev bi saya rola sereke ya jinan pêk hatiye.”   ‘Daxwaza jinan girîng e’   Suzanê der barê rê û rêbazên di têkoşîna li dijî şîdeta ser jinan de jî nêrînên xwe anî ziman û got bi giştînameyên ku bi zîhniyeta serdest ya mêr hatiye avakirin, çareserî pêk nayê û got divê nêrîna jinan jî bê girtin.Suzanê daxuyaniya Serokomar ya der barê ciwanan de a wekê ‘bila ciwan bizewicin’ de jî wiha got: “Em vê qebûl nakin. Ev daxuyanî jinan wek mal û alav dibîne. Ev gotina Serokomar ji sererastkirina ku ji gumanbarên îstîsmarê re efûyê tînin, serbixwe nîne. Her du jî bi hev re têkildar in. Ev ji îdeolojiya zayendperestiyê re xizmetê dike.”