Tevî hemû serlêdanan pirsgirêka avê nayê çareserkirin 2020-01-25 09:04:18   WAN - Welatiyên li taxa Bakraçli bi salane pirsgirêka avê dijîn, diyar kirin ku ji kaniyan avê kaş dikin û birin malên xwe. Jina bi navê Devlet Îrat û Zahîde Tayanir diyar kir ku tevî hemû serlêdanên ji bo VASKÎ pirsgirêk nehatiye çareserkirin û bang kirin ku divê ev pirsgirêka avê bê çareserkirin.   Şêniyên taxa Bakraçli ya Îpekyol a Wanê bi salane pirsgirêka avê dijîn. Welatiyan diyar kirin ku ji bo Midûriyeta Giştî ya Îdareya Kanalîzasyon û Avê ya Wanê ya girêdayê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, serlêdan kirine û bi lêv kirin ku ji bo serlêdanê heta niha tu bersiv negirtine.   Ji şêniyên taxê Devlet Îrat destnîşan kir ku her tim ava wan tê birîn û got şûştina cil, firaq, serî şûştin û vexwarinê avê ji kaniyan tînin malên xwe û got bi zivistanê re şert û mercên wan zehmet bûne û ev tişt bi lêv kir: “Havînê me bi alîkarî hewcedariya xwe ya avê çareser dikir. Lê zivistanê em perîşan kirin.”   ‘Em avê parzûn dikin’   Devletê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ava cîranên xwe bi xortimê dikşîne û got: “Zivistanê ji ber sermayê xortim dicemidin û dişkên. Mehê du caran em bi metreyan xortimê digirin. Ev av ji bo sewalan ji çiyê tê kişandin. Ji ber vê jî ji bo em bikar bînin ez carekê parzûn dikim û em wisa bikar tînin. Me bi dehan carî pirsgirêk ji VASKÎ re ragîhand. Ez li VASKÎ digerim, lê nayên çareser nakin. Ez bi vê pîrbûna xwe hewl didim. Divê demildest bê çareserkirin.”   ‘Sê mehan av nehat’   Zahîde Tayanir jî destnîşan kir ku bi salane pisgirêka avê dijîn û ev tişt vegot: “Berê jî sê mehan ava taxê hat birîn.Rayedaran digot ‘di depoyê de av nemaye’. Şêniyên taxê bi metreyan rê diçûn av dianîn. Niha em çend malbat bi vê pirsgirêkê re dîsa hatine rû hev. Ev pîr bûme. Nexweşê min heye. Em êdî çareseriyeke mayînde dixwazin.”