Zuleyha Gulum: Li hember jinên Kurd polîtîkayeke taybet tê meşandin 2020-01-25 09:02:38   ENQERE - Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum diyar kir ku ji aliyê desthilatdariyê ve der barê jinan de polîtîkayên taybet tên afirandin û wek mînaka Gulîstan Doku jî dixin meriyetê. Zuleyhayê wiha got: “Ne tenê li Tirkiyeyê li her çar alî cîhanê jin li dijî van polîtîkayên faşîst, nîjadperest û neolîberal têdikoşin. Em li dijî tacîz, tecawiz, şîdet û êrîşên li hember mafên me, xeta têkoşîna hevpar dihonin û vê berdewam dikin.”   Xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku ji 5’ê Çileyê de ye li Dêrsîmê agahî jê nayê girtin û xebatê lêgerînê jî 20 roj in berdewam dike. Li nêzî herêma ku tê gotin Gulîstan ji mînîbusê peya bûye lêgerîn zêde bûn. Ekîbên xilaskirin û lêgerînê li Pira Viyaduka Sari Saltuk a Gola Bendava Uzunçayirê xebatên xwe didomînin. Xebat tenê di avê de tên meşandin vê jî rê li ber bertekan vekir. Rêxistinên jinan bang li rayedaran kirin li ser îhtîmalên din ên revandin, windakirin û qetilkirinê jî bisekinin. Li aliyê din jî li navçeya Tîre ya Îzmîrê xwendekareke lîseyê 10 roj bû agahî jê nedihat girtin û di 19’ê Çileyê de danîbûn ber qerekolê. Gumanbarê bûyerê jî hîna nehatine dîtin.   Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, der barê windabûna jinan û polîtîkaya taybet a li hember jinan tê meşandin axivî.   ‘Feraseteke cidî ya ku jinan diparêze û lêpirsîneke cidî dimeşîne tune ye’   Zuleyhayê destnîşan kir ku weke bûyera Gulîstan Doku, desthilatdarî, hêzê parastinê li dijî sûcên li hember jinan lêpirsîneke cidî nameşînin û wiha berdewam kir: “Em vê li Tirkiye û herêmê baş dibînin. Ferasteke cidî ya ku jinan diparêze û lêpirsîneke cidî dimeşîne tune ye. Ji ber vê jî dema mijar dibe jin lêpirsîneke bi bandor nayê meşandin.”   ‘Niyete ku, ku sûcdaran derxînin holê tune ye’   Zuleyhayê bi lêv kir ku desthilatdariyê şîdeta li hember jinê normal kiriye û jinên diçin qerekolê jî rastî nêzîkatiyên ‘tiştek nabe, em ê we ji hev dûr bixînin’ tên. Zuleyhayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Ne tenê mijara Gulîstan Doku, gelek bûyerên wisa tên jiyîn. Bûyerên windabûna jinan, tacîz û tecawizê gelek tên jiyîn. Dêrsîm cihekî ku deqeya wê tê şopandinê ye. Li her derê kamera hene, hêzên ewlehiyê hene. Pêngav bê avêtin, tê zanîn. Ji ber vê jî ji bo jineke ku winda bûye gotina ‘Em nabînin, şopa wê nayê dîtin em tespît nakin’ qet rastiyê nîşan nade. Ev jî tê wateya ku hinek kes tên parastin. Niyeteke ku gumanbaran derxin holê tune ye.”   ‘Li hember jinên Kurd polîtîkayeke taybet tê meşandin’   Zuleyhayê ev tişt bi lêv kir: “Sala borî jinek li bazarê der barê polîtîkayên AKP’ê û krîzê de axivî bû. Piştî vê hat binçavkirin. Di pergaleke wisa de jineke ku winda bûye heta niha nehatiye dîtin. Mêrê bi navê Zayînal Abakarov ku di windabûna Gulîstanê de navê wî derbas dibe, tê parastin. Bûyer tê veşartin. Ne tenê mijara Gulîstanê. Bûyerên li Çewlîkê, bûyera xebatkarê şaredariya Mêrdînê ku piştî qeyûm hatibû, hat jiyîn. Dema mijar dibe jinên Kurd polîtîkayeke taybet tê meşandin.”   Zuleyhayê diyar kir ku di rojên borî de li hemeber xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê jî îdiayên tacîzê derketine holê û ev tişt bi lêv kir: “Ev mijar di raya giştî de tê nîqaşkirin lê xwendekar ji ber ditirsin, vê îfade nakin. Rastî zextan tên. Dixwazin gilî bikin lê serê mijarê tê girtin. Jinek xwendekarên jin ber bûyerên tacîzê neçar mane zanîngehê terk bikin. Em dizanin ku bi taybet berê xwe didin van aliyan.”   ‘Mekanîzmayên ku jinan xurt dikin, ji holê radikin’   Zuleyhayê anî ziman ku mekanîzmayeke ku pêşî li sûcên li hember jinan digire tune û jinên bûyerê dibin darazê jî sûcdar tên dîtin û got: “Di pêvajoya darizandinê de jin sûcdar tên dîtin. Jin jî dest ji gilîkirinê berdidin û nikarin dozê bidin berdewamkirin. Desthilatdarî mekanîznameyên ku jinan xurt dikin ji holê radike.”   ‘Navê jinê tune tê hesibandin’   Zuleyhayê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku desthilatdarî dema pergala nû diafirîne, li jinan jî rol dipîve û bi taybet piştî sala 2015’an şûnde êrîşên li hember jinan zêde bûye û got: “Li hember destkeftiyên jinan êrîşeke cidî heye. Dibêjin ‘wekheviya jin û mêr di fitrata me de tune ye’ û hewl didin wisa civakê bi teşe bikin. Ji hemû belgeyên fermî yên saziyên dewletê têgeha zayenda civakî hatiye derxistin û navê wezareta malbatî ku navê jinê tê de derbas dibû guhertin. Feraseta serdest ya mêr wek şîdet li jinê vedigere. Lê jinan tu carî xwe ji têkoşînê neda alî. Li kolanan, qadan ji şîdetê re dibêjin na. Li dijî zilma mêr têdikoşin. Li her çar alî cîhanê jin li dijî polîtîkayên faşîst, nîjadperest û neolîberal têdikoşin. Desthilatdarî polîtîkayên ku pêşeroja jinan tarî dike, diafirîne. Divê em ji bo têkoşîneke jinan a xurt bibin hevkar.”