ROJEVA 25'Ê ÇILEYÊ YA 2020'AN 2020-01-25 09:00:00   *Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum diyar kir ku ji aliyê desthilatdariyê ve der barê jinan de polîtîkayên taybet tên afirandin û wek mînaka Gulîstan Doku jî dixin meriyetê. Zuleyhayê wiha got: “Ne tenê li Tirkiyeyê li her çar alî cîhanê jin li dijî van polîtîkayên faşîst, nîjadperest û neolîberal têdikoşin. Em li dijî tacîz, tecawiz, şîdet û êrîşên li hember mafên me, xeta têkoşîna hevpar dihonin û vê berdewam dikin.” DÎMEN HEYE   *Welatiyên li taxa Bakraçli bi salane pirsgirêka avê dijîn, diyar kirin ku ji kaniyan avê kaş dikin û birin malên xwe. Jina bi navê Devlet Îrat û Zahîde Tayanir diyar kir ku tevî hemû serlêdanên ji bo VASKÎ pirsgirêk nehatiye çareserkirin û bang kirin ku divê ev pirsgirêka avê bê çareserkirin. DÎMEN HEYE   *Parêzer Suzan Akîpa giştînameyên ‘têkoşîna bi şîdetê re’ yên wezaretê weşandine û pêşnûme qanûna ku ji bo gumanbarê îstîsmarê ku ji aliyê desthilatdariyê ve hatiye rojevê, nirxand û diyar kir ku ew van giştînameyan wek pêngaveke girîng binirxînin jî, rastiyeke welat ya ku hiqûqa xwe ya navxweyî pêk nayne, heye.DÎMEN HEYE   *Li Nisêbînê derket holê ku mêrê bi navê Hasan Unuşdu li hember 5 zarokan îstîsmara zayendî pêk aniye. Piştî bûyerê gumanbar hatibû girtin û heyeta dadgehê di rûniştina doza gumanbar de, ji bo tenduristiya mêjiyê wî bê tespîtkirin sewqî Nexweşxaneya Nexweşiyê Sînîr û Ruh a Xarpêtê kir.   *Hanim Karakuş bi keça xwe Elayê re cihekî bi navê ‘Zetkîn’ vekirin û diyar kir ku ev der ne kafe ye, qada jiyanê ye. Her du jinan wiha got: “Tevî hemû zextan me dest ji daxwaza xwe berneda. Israra me ji israra wan xurtir derket.”DÎMEN HEYE