Feleknas Uca: Divê ambargoya li Mexmûrê bi lezgînî were rakirin 2020-01-24 09:01:38   Berîtan Canozer/Medya Uren   Feleknas Uca: Divê ambargoya li Mexmûrê bi lezgînî were rakirin   AMED - Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca bal kişand ser ambargoya li Wargeha Mexmûrê û got: "Ger armanca me yek be divê em bi hev re gavan bavêjin. Êrişeke mezin li ser Şengal, Mexmûr, bakur, başûr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê tê meşandin. Ji bo deskeftiyên kurdan nekevin xeteriyê divê em li gorî berjewendiyên Gelê Kurd biryaran bidin. Divê ambargoya heyî bi lezgînî were rakirin û kurd xwedî li Mexmûrê derkevin."   13 hezar şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê hene û di salên 90’î de ji ber sedema êrişên neçar man ku berê xwe bidin Herêma Federal a Kurdistanê. Dema koçberê Herêma Federal a Kurdistanê bûn gelek pirsgirêkan re rûbirû man û gelek cih guhertin. Di nav şert û mercên dijwar de jiyana xwe domandin. Di 17'ê tîrmehe sala 2019'an de Restorantekî li Hewlerê rêveberekî MÎT'ê hat kuştin û piştre rêveberiya PDK’ê dora wargehê dorpêç kir û ambargo danî ser wargehê. Li dijî amborgoyê di 28’ê tîrmehê de Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê çalakiya rûniştinê dan despêkirin. Şêniyên wargehê xwestin rayedaran re biawifin lê tu encam heta îro jî nehatin bi dest xistin. Bi rojeva yekitiya netewî re jî şandeyek a ku ji parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêk tê çûn Mexmûrê û hevdîtin pêk anîn. Yek ji endama şandeyê parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca bû. Feleknas mijara ambargoyê ji ajansa me re nirxand.    ‘Ambargo bû sedema mirinan’   Feleknas, di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser jiyana şêniyên Mexmûrê û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Di encama êrîşên dewleta tirk de gelek welatî neçarbûn ku koçberê başûrê Kurdistanê bibin. Welatî piştî çend cihan li Wargeha Mexmûr bi cîh bûn. Li wargehê 13 hezar kes dijîn. Wargeh di bin çavderiya Neteweyên Yekbuyî de ye. Mixabin îro ambargoyeke giran li ser wargehê heye. Şêniyên wargehê di hêla aborî, tenduristî, çuyîn û hatina wargehê û pêşwazîkirina pêdiviyên rojane de pirsgirêkên mezin dijîn. Em weke heyheteke serbixwe çûn û em bûn şahidê rewşa heyî. Tişta herî girîng jî zarokên nexweş nikarin biçin nexweşxaneyên Hewlêrê tedawî bibin, rewşa wan di xeterê de ye û hin zarok jî jiyana xwe ji dest dan. "   ‘Divê yekser ambargo were rakirin’   Feleknas got li ser her çar parçeyê Kurdistanê êrişek ya tunekirin û desteserkirina deskeftiyên kurdan tê meşandin, li beramberî van êrişan tenê rêyek a çareseriyê heye ew ji yekitî ye. Feleknas wiha berdewam kir: “Tê zanîn di vê pêvajoyê de yek ji mijarên me yên herî girîng jî yekitiya neteweyî bû. Têkildarê vê yekê komxebat û hevcivînên girîng pêk hatin. Ger armanca me yek be divê em bi hev re gavan bavêjin. Êrişeke mezin li ser Şengal, Mexmûr, bakur, başûr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê tê meşandin. Ji bo deskeftiyên kurdan nekevin xeteriyê divê em ji bo yekitiya netewî di nava hewildanan de bin û pêwîste di bin vî banî de yekser ambargoya heyî were rakirin. Pêwîste em li gorî berjewendiyê Gelê Kurd biryaran bidin. Ger îro em qala yekitiya kurd û hatina ba hev ya partiyên siyasî bikin divê em ambargo û ev polîtîkayên tên meşandin jî nîqaş bikin. Heya gef û ambargoya li ser Mexmûrê neyê rakirin yekitiya Gelê Kurd ne mijara gotinê ye. Ji ber ku pirsgirêka herî mezin tecrit û ambargoya li ser kurda ye."   ‘Helwesta dijmin tunekirina destkeftiyan e’   Feleknas di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser zehmetî û zordariyên ku şêniyên Mexmûrê dikêşînin û wiha got: "Mexmûr di pêvajoya koçberiyê de bi gelek zorî û zordestiyan re rûbirû ma. Kesên wan neçarî koçberiyê kirine bi armanca qetilkirinê vê biryarî dane. Şeniyên wargehê di pêvajoya 27 salan de li hember êriş, koçberî, xizanî, şert û mercên xwezayê têkoşînek bêhempa dan meşandin. Dema di nava kurdan de dibe qala yekitiyê êrîşkar dikevin nav hewldanan û dixwazin yekitiyê belav bikin. Rojava, Mexmûr û Şengal mînakên herî serekeye û bê tehmuliyek mezin tê nîşandan. Naxwazin Gelê Kurd xwe bi rêxistin bikin, li hemberî vê yeke her tim di nava hewildanên parçekirinê de nin. Divê Gelê Kurd neyên van lîstikan û yekitiya xwe xurttir bikin. Divê ambargoya heyî bi lezgînî were rakirin û kurd xwedî li Mexmûr derkevin.”