Li Nisêbînê jinek hat girtin 2020-01-23 15:35:15   MÊRDÎN - Li Nisêbînê jina bi navê Rahîme Sari, piştî ku hat binçavkirin bi îdaya 'propagandaya rêxistinê' piştî ku hat dadgehkirin hat girtin û şandin girtîgehê.    Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê berî bi du mehan derbarê jina bi navê Rahîme Sari de biryara binçavkirinê hatibû dayîn, Rahîme li mala li Taxa Aştiyê ku lê dima hat binçavkirin. Derbarê rahîmeyê de bi îdaya ku dîmenekî wê di bûyerên serdema qedexeya derketina derva ya salên 2015 -2016'an de hatiye dîtin lêpirsîn hatibû destpêkirin û piştî ku berî bi 4 rojan hat binavkirin anîn Mêrdînê.    Piştî ku Rahîmeyê hat binçavkirin birin edliyeyê û li dozgeriyê îfadeya wê hat girtin. Rahîme piştî îfadeyê bi îdaya 'propagandaya rêxistinê kiriye' hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.