Li Şehbayê pêşengeha wêneyan hat lidarxistin 2020-01-23 13:28:15   ŞEHBA - Bi pêşengtiya Kevana Zêrîn û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Efrînê pêşengehek bi dirûşma "Cineta yekem li ser erdê kevan e, werin em bi hev re zêrîn bikin" hat pêşandan.    Bi armanca şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Tevgera Kevana Zêrîn û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Efrînê pêşengehek wêneyan li  hola kampa Serdemê ya navçeya Ehdas a Şehbayê li dar xistin. Pêşengeh ji 45 wêneyen Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk tê. Di pêşengehê de saziyên gundê Til Qireh û navçeya Şêrewa, Ehrez, bajaroka Til Rifet, Meclîsa Kantona Efrîn Kongreya Star, sazî  û dezgehên sivîl amade bûn.    Çalakî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê li ser navê Endama Koordînasyona Kongreya Star Newroz Heşêm û Endama Tevgera Kevana Zêrîn Şêrîn Reşîd axivîn û wiha gotin: "Em vê pêşengehê diyarî Serok Apo dikin. Em bi van çalakiyan dixwazin êrîşên li ser Rêber Apo bişkînin û heta em encam negirin dev ji çalakiyên xwe bernadin. Em ê her li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bin û têkoşîna xwe bidomînin."   Paşê sînevîzyonek li ser jiyana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat pêşkêşkirin.   Herî dawî mêvanên ku beşdar bûne wêneyên ku hatine pêşkêşkirin temaşe kirin.