Zarokê 8 salî li Çinarê hat kuştin 2020-01-23 11:05:56   AMED - Li gundê Sergelya ya navçeya Çinarê, zarokê 8 salî Mûhammed Velî Dumez piştî windabû û şûnde, di xirbeyekê de birîndar hat dîtin Mûhammed bi giranî birîndar bibû li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.    Li gundê Sergelya ya navçeya Çinar a Amedê, zarokê 8 salî Mûhammed Velî Dumez ê di 21’ê çile de saet 22.00’yê şevê winda bû, di xirbeyekê de birîndar hat dîtin. Mûhammed Velî piştî winda, cîran û malbata wî dest bi lêgerîna wî kirin. Di encama lêgerîna malbatê de, Mûhammed piştî du saetan di xirbeyekê de bi giranî birîndar bibû hat dîtin. Mûhammed rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bîsmîlê jiyana xwe ji des da.    Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. Hat diyar kirin ku birîn li ser can û rûyê zarokê 8 salî de hebûne. Di çarçoveya lêpirsîna serdozgeriya Çînarê bi rêve bir de, kurên ap û xalê zarokê 8 salî û zarokekê gundiyê wan, ji bo îfadeya wan bê girtin birine qereqolê.    Cenazeyê Mûhammed ji bo otopsiyê anîn Amedê.