'Li hemberî kuştina jinê bêdeng nebin û temaşe nekin' 2020-01-23 10:27:42   AMED - Li Amedê jin bertek nîşanî kuştina Melîke Demîrok ê dan û gotin: "Melîke bi şîdetê re rûbirû maye û pişt re hatiye qetilkirin. Melîke çend serî li polîsan daye jî nehatiye parastin û Melîke teslîmê kujer kirine. Dema jinek kir qêrin divê em bibhisin, bêdeng nebin û temaşe nekin. Divê demildest mudaxale bikin."   Her roj bi dehan jin ji ber şîdeta mêr tên kuştin. Yek jî wan Melîke Demîrok bû. Li semta Gazîler a navçeya Peyasa Amedê mêrê bi navê Gokhan D. jina pê re hatibû zewicandin Melîke D. qetil kir. Kujer Gokhan D. piştî Melîkeyê qetil kiriye reviya ye. Melîke jî berî bi 6 rojan ji ber tundiya lê hatiye kirin mal terk kiriye. Melîke ya ku ji ber tundiya fîzîkî û psîkolojîk mal terikandibû li gorî agahiyên kesên bûne şahidê bûyerê hat diyarkirin ku li ser banga bi telefonê ya Gokhan D. ji bo pê re hevdîtinê bike careke din hatiye malê. Hat diyar kirin ku beriya roja bê kuştin serî li stargehê daye lê polîsan carek din Melîkeyê teslîmê kujerê wê kiriye. Hêj jî kujerê Melîkeyê nehatiye girtin. Li dijî kuştina Melîkeyê jin duh li Amedê daketin qadan. Jinan destnîşan kirin ku ji ber ku Melîke nehatiye parastin hatiye kuştin. Ayhan Ateş, Berîtan Înan û Nuran Aslan der barê mijarê de ji ajansa me re axivîn.    'Melîke teslîmê kujer kirin'    Ayhan Ateş, diyar kir ku li dijî kuştina jinê divê helwesteke xurt bê nîşandan û wiha dest pê kir: "Dê bi rêxistinbûnê em dikarin kuştina jinê rawestinînin. Heke yekitî pêk neyê em ê her roj bên kuştin. Pergal bi her awayî kuştina jinê meşrû dike. Bi hincetên 'Rewşa baş' cezayên kujeran tên kêmkirin. Melîke beriya bê kuştin serî li polîsan daye, lê polîsan bi destê xwe Melîkeyê teslîmê kujer kiriye. Em vî tiştî qebûl nakin. Em naxwazin kujer serbest bên berdan. Em kuştina jinê şermezar dikin. Duh em li dijî kuştina jinê li hev civiyan û em bang dikin ku li dijî kuştin û şîdeta li hemberî jinê divê em têbikoşin."   ‘Kuştina jinê ne tesadûf e'    Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Berîtan Înan jî di axaftina xwe de bal kişand ser kuştina jinê û da zanîn ku di nav mehekî de li Amedê 8 jin hatin kuştin û bi guman jiyana xwe ji dest dan. Berîtan wiha got: "Xwekuştina jinê jî polîtîk e. Kuştina jinê jî ne tesadû ne. Mêr xwe mafdar dibîne û dibêjê 'Dewlet min diparêz e'. Dadger cezayên giran nadin û ev tişt jî tê wateya ku zîhniyeta serdest a mêr li pêş e. Cezayê muebetê dan kujerê Ceren Ozdemîr lê hêj jî pêvajo neqediyaye. Niha jî gelek kujerên jinê nehatine dîtin. Li dijî kuştina jinê tekane rê bi rêxistinbûna jinê ye. Ji ber vê sedemê Peymana Stenbolê jî girîng e."   ‘Bêdeng nebin'    Nuran Aslan jî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser Peymana Stenbolê û wiha axivî: "Kujer û êrişkar bi rehetî dikarin bigerin, ji ber ku li hemberî wan ceza nayê dayîn. Hêj em nehatin dawiya sala 2020'î gelek jin hatin qetilkirin. Em her roj bi kuştinê re rûbirû ne. Ne tenê ji hêla mêrên nenas, ji hêla naskiriyên xwe ve jî jin tên qetilkirin. Em li kolanan, li taxan û li bajaran bi kujerên xwe re dijîn. Melîke piştî gilîkirinê çend saet şûnde hat qetilkirin. Li dijî kuştin û şîdeta li hemberî jinê em dikarin xwe bi rêxistin bikin. Heke em qerîneke jinê bibhisin divê em bêdeng nebin, bê bertek nebin û temaşe nekin. Di vê demê çi hewcebe wê bikin."