Li girtîgehên Wanê 69 girtiyên nexweş hene 2020-01-23 09:07:35   WAN - Hevseroka TUHAY-DER a Wanê Kudret Temel, diyar kir ku li girtîgehên Tîpa T û Tîpa F yên Wanê hejmara girtiyên nexweş derketiye 69’î û ji van yek jî Sîtî Goren e. Kudretê got: “Daxwaza me ev e ku piştî serlêdana girtiyên nexweş hema bibin nexweşxaneyê û her wiha girtiyên nexweş jî bên tehliyekirin.”   Li gorî daneyên ÎHD û saziyên civaka sivîl li girtîgehên Tirkiyeyê 458 jê giran bi giştî hezar û 334 girtiyên nexweş hene. Rewşa girtiyên nexweş ji ber şert û merc û pêkanînên ku pê re tên rû hev giran dibe. Piranî li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Hefteyek berê girtiyê nexweş Nebî Îlhan yê 74 salî li girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê jiyana xwe ji dest da. Nurcan Bakir ya ku 28 sal bû di girtîgehê de bû jî bi armanca zextan protesto bike di 15’ê Çile de li girtîgeha Burhaniyeyê dawî li jiyana xwe anî.   Yek ji girtîgehên ku binpêkirinên mafan lê zêde dibe girtîgehên Wanê ne. Hevseroka Komeleya Alîkariya bi Girtî û Malbatên wan re (TUHAY-DER) Kudret Temel, diyar kir ku li girtîgehên Tîpa F û tîpa T ya Wanê hejmara girtiyên nexweş derketiye 69’an û her wiha girtî rastî binpêkirinên giran tên.   Nexweşiyên cuda hene   Kudretê der barê rewşa girtiyên nexweş de agahî da û diyar ki ku nexweşiyên herî zêde li girtîgehan tên dîtin, ulsera mîdeyê, ji ber qeza û nerehetiyan pirsgirêkên di serî de, platînên di çîm û mil de, êşa serî, mîgren, nexweşiya kezebê, tansiyona bilind, epîlepsî, sînuzît, hîpertansiyon, nexweşiya kronîk a kezeba spî, guatr, bronşît e.   ‘Nexweşan nabin nexweşxaneyê’   Kudretê daxuyakirin ku tevî daxwazanameyên ku malbat didin jî girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê û got: “Girtiyan ya nabin nexweşxaneyê yan jî dereg dibin. Dema dibin jî bi kelepçeyê dibin an jî sê meh şûnde dibin. Jixwe di nav çar dîwaran de nexweş in. Nebirina nexweşxaneyê jî bêwijdanî ye. Ev rewş nikare bê qebûlkirin.”   ‘Divê girtî bên tehliyekirin’   Kudretê Nebî Îlhan yê jiyana xwe ji dest dabû bi bîr xist û wiha got: “Ger zû mudaxale bihata kirin, li nexweşxaneyê bihata dermankirin wê niha bijiya. Girtiyên nexweş çawa li girtîgehan bijîn, hele ku temen pêş ketibe. Niha li girtîgeha Tîpa T ya Wanê Sîtî Goren ya ku temenê wê zêde ye û nexweş e heye. Rewşa wê gelek giran e. Bila ev girtî di vê rewşê de nemînin. Daxwaza me ev e ku piştî serlêdana girtiyên nexweş divê bibin nexweşxaneyê û yên giran jî bên tehliyekirin.”