'Malên me bi ser me de hilweşînin jî em ji gund dernakevin' 2020-01-23 09:03:39   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Jinên gundê Um El-Kêfê yê navçeya Til Temirê, ji ber êrîşên dewleta tirk ên li ser gundê wan di nava tengasiyên mezin de ne. Jinên gundê Um El-Kêfê yê navçeya Til Temrê: " Em li gundê xwe ne, ger malên me jî bi ser me de hilweşînin, em ji ser axa xwe naçin. Bila çeteyên tirkiyê ji axa me derkevin."     Êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Rojava dewam dike. Ev çend care dewleta tirk û komên girêdayî wê bi obîs, çekên giran û balafirên keşfê êrîşî gundê Um El-Kêf yê ku dikeve Rojavayê navçeya Til Temirê, dikin. Di encama topbaranê de, ziyanên madî digihêjin mal û milkên sivîlan.    Şêniyên gund di her kêliyê de di nava berxwedan û têkoşînê de ne   Serjimara Gundê Um El-Kêfê 1280'ê kes e, lê ji ber êrîş û topbarana dewleta tirk beşek ji wan koçî gundewarên Başûrê navçeya Til Temirê, bûne. Bi sedan sivîl, zarokên biçûk û jinên ducanî, kesên temenmezin ku emrê xwe li ser vê axê derbas kirine, di gund  de dijîn û bi êrîşên dewleta tirk re bi xeteriyê re rû bi rû dimînin. Îradeya jiyana li ser axa welat,  parastina nirxê wê û dîroka herêma wan ji êrîşên dewleta tirk bi hêztir e. Şêniyên gund  her kêliyê di nava berxwedan û têkoşînê de ne.   Zarokên gund  ji ber êrîşan ji perwerdeyê bê par mane    Di gundê Um El-Kêfê de,  komînên gund ji ber êrîşan, tenê di beşê xizmetguzariyê de dixebitin. Cotkarên gund ji ber êrîşan nikarin erdê xwe cot bikin. 267 zarok jî ji perwerdeya xwe ya îsal qut bûne û nikarin biçin dibistanên xwe. Rewşeke jiyanî xerab li gund heye û dewleta tirk bi hemû hewlidanên xwe dixwaze gund bike bin kontrola xwe. Têkildarî mijarê jinên ku di gund de dijîn li ser rewşa jiyana gund axivîn û nêrîna xwe ji me re parve kirin.   'Malên me bi ser me de hilweşînin jî em ji gund dernakevin'   Helîmê Ebûd yek ji jinên gund e ku beriya çend rojan bavê wê ji ber kiryarên dewleta tirk jiyana xwe ji dest da, li ser jiyana xwe û malbata xwe wiha dibêje:"Bavê min ji qehra kiryarên dewleta tirk a dagirker jiyana xwe ji dest da. Me bi tirs gora wî koland û ew di saetên êvarî de veşart. Me konê sersaxiya wî danenî. Dewleta tirk tu ehlaqên mirovahî nas nake. Her carekê êrîşan li gundê me dike, zarokan ditirsîn û jiyana welatiyan dikin nava metirsiyê. Em li gundê xwe ne, malên me jî bi ser me de hilweşînin, em ji ser axa xwe naçin."   'Dema ku topan davêjin, li ber qiraxa çemê xabûrê em  xwe diparêzin'   Zekiya Umer a ji şêniyên gund e bal kişand ser rewşa êrîşên ku li ser gund çêdibin û wiha axaftina xwe domand: "Em di rewşeke xerab  de dijîn. Sermaya zivistanê pir zehmet e û rojek bê dengê gule û balafiran derbas nabe. Dema ku çete topan diavêjin ser gund em û zarokên xwe  diçin li ber qiraxa çemê xabûrê ya ku nêzî gund e. Şêniyên gund  hemû kom dibin heya ku rewş baş dibe. Paşê em vedigerin gund. Çete dixwazin me koç û qetil bikin, lê em ji wan re dibêjin ku em gundê xwe ber nadin."   'Ji sermaya zêde, gelek şênî bi nexweşiyan ketine'   Jina bi navê Sara Xelîl destnîşan kir li ser nexweşiyên ku di nava gund de belav bûne û wiha got: "Ji ber sermayê dayik û bavê min nexweş in û gurçikên wan êdî ji ber sermayê diêşin. Em malbateke xizan in, dibe em nikarin her roj biçin gel bijîjkan, ne tenê em bi sedan malbat hene ku nexweşî bi wan re derketine. Rewşa me ne hêsan e, divê çareseriya ji me re bê dîtin û xwedîderketinek li me hebe. Em dixwazin ku dewleta tirk û çeteyên wê ji xaka me derkevin, da ku  em bi aramî bijîn."   'Bila ev çete ji warê me derkevin'    Jina bi navê Yazî Şelo jî wiha nêrîna xwe anî ziman: "Bila ev çete ji warê me derkevin, derketina wan wê aramiyê û aşîtiyê ji me re bîne. Kanî wîjdanê mirovahiyê? Eger wîjdanê mirovahiyê heba, îro bi hezaran  mirov koçber  nedibûn û dewlet li hember kiryarên dewleta tirk bê deng nediman."