Li dijî kuştina jinan li hev civiyan 2020-01-22 16:18:23   AMED - Li dijî kuştina jinan û kuştina Melîke Demîrokê bi pêşengiya DAKP'ê bernameyek hat lidarxistin û kuştina jinan hat şermezarkirin.    Bi pêşengiya Platforma Jinên Amedê ya Dîcle (DAKP), jin ji bo Melîke Demîrok ê ku ji hêla mêrê pê re zewicandî ve hatî kuştin û her wiha ji bo jinên hatî kuştin li Mala Şînê ya Şaklatê ya Peyasa Amedê li hev civiyan. Li paceyên mala şînê dowîzên wekî "Em ne di şînê de nin, em serî radikin" û "Kuştinê jinan polîtîk e" daliqandin. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a bajêr Hulya Alokmen Uyanik û parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun tevlî bernameya jinan bûn.    Her wiha li mala şînê lênivîsek hat dayîn ku jin hest û ramanê xwe binîvsinin.