Meclîsa Sûriya Demokratîk ji bo salvegera êrîşên li ser Efrînê meşiya 2020-01-22 14:58:15   ŞEHBA - Meclisa Sûriya Demokratîk li Herêma Şehbayê 2'emîn salvegera êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê bi meşekê şermezar kir.   Meclisa Sûriya Demokratîk a Herêma Efrînê, bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê, bi dirûşma" Em tên ey Efrîn, bi rihê berxwedanê em ê dagirkeriyê têk bibin" meşeke girseyî li dar xistin. Di meşê de tevahî sazî, endamên meclisa navçeyê, Kongreya Star û endam û rêveberên Meclisa Sûriya Demokratîk beşdar bûn. Meş ji gundê Ziyaretê yê Şêrewa dest pê kir û heya kampa veger ya koçberan domand.    Di meşe de wêneyên pakrewanên azadiyê, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankertên bi nivîsên"Bi rihê berxwedana Serdem û Rûmetê em ê vegerin Efrînê" hatin hildan. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, daxuyanî hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Endama Meclisa Sûriya Demokratîk Şêrîn Qaso ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:    "Bi derbasbûna 9 salên aloziya Sûriyeyê, dewleta tirk a dagirker bi komên çeteyan re li gelek deveran dagirkerî kir. Ji Efrînê heta Serêkaniyê, Girê Sipî, Izaz, Idlib û Babê. Di 20'ê Çileya 2018'an de, dewleta tirk bi hemû çekên xwe û bi alîkariya komên çeteyan êrîşî herêma Efrînê kir. Bi sedan sivîl hatin qetilkirin û ji warê xwe hatin koçkirin.   Em weke Meclisa Sûriya Demokratîk, salvegera êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê bi tund şermezar dikin. Banga me ji civaka navneteweyî re ew e ku li dijî dagirkeriya dewleta tirk derkeve. "   Meş bi dirûşma"Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.