‘Em wek jinên ciwan wê hêzê tevlî xebatên yekîtiya neteweyî bikin’ 2020-01-22 09:09:34   Berîtan Canozer - Medya Uren   AMED - Endama KKP’ê Afşîn Dalkiliç diyar kir ku Yekitiya Neteweyî ji bo gelê Kurd xwedî nirxeke girînge û got: “Helwesta gel wê pêvajoya pêkhatina yekitiyê lezgîn bike. Em ê wek jinên ciwan  li vir di xebatan de cih bigirin û em ê hem bi nêrîn, hem bi rexne û hem jî bi çalakbûna xwe, hêzê xebatan bikin.”   Di pêvajoya dawî de li ser daxwaza yekitiya neteweyî hevdîtin pêk tên û bi panel, konferans û komxebatan re, ji bo pêngavên bên avêtin rê û rêbaz tên diyarkirin. Bi pêşengiya 9 partiyên siyasî yên Kurd ji bo yekitiya gelê Kurd pêk bê xebatên girîng tên meşandin. Bi taybet jin, xwedî xebatên yekitiya neteweyî derdikevin û ji xebatan re pêşengiyê dikin.   ‘Em jin divê di eniya pêş de bin’   Helbestkar Sultan Yaray der barê yekitiya Gelê Kurd û girîngiya wê ya ji bo jinan nirxandin kir û got: “Ji bo yekitiya neteweyî hewce bi demeke berfireh heye. Ji bo yekitiya neteweyî her kes ji dil dixebite û çi ji destê wan tê dike. Gelê Kurd bi salane vê xeyal dike. Em ji bo nirxên xwe têdikoşin. Divê li her çar paçeyê xwedî li yekitiya neteweyî bê derketin û di vê mijarê de her kes bang bike. Divê em li her derê statuyê mezin bidest bixin. Hêviya me heye ku em ê bis er bikevin. Em bi vê bawer dikin. Divê em jin di xebatên yekitiyê de aktîf bin û di eniya pêş de cih bigirin.”   ‘Divê jin bibin pêşengên berxwedanê’   Endama Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Afşîn Dalkiliç jî diyar kir ku her Kurd ji dil xwedî li yekitiya neteweyî derdikeve û got: “Hemû jinên Kurd yên ku xeyala Kurdistaneke azad dikin, divê ji bo yekitiyê çi ji destê wan tê bikin. Xebatên ji bo yekitiya neteweyî hêvî zêde kirin. Lİ hemû cîhanê berxwedana jinên Kurd tê axaftin. Jinên Kurd li cîhanê bûn pêşengên berxwedanê. Helwesta gel wê pêvajoya pêkhatina yekitiyê lezgîn bike. Em wek jinên ciwan em ê li vir di xebatan de cih bigirin û em ê hem bi nêrîn, hem bi rexne û hem jî bi çalakbûna xwe, hêzê bidin xebatan.”