'Ji kengî ve daxwaza aştiyê bûye sûc?' 2020-01-22 09:08:16   MÊRDÎN - Dayika Aştiyê Xewlet Oncu di 20’ê Nîsana 2019’an de li Qoserê tevlî daxuyaniya ji bo balê bikşînin grevên birçîbûnê bû û li wir ji erdê ve hatibû kaşkirin û binçavkirin. Der barê Dayika Aştiyê de ji 5 salan heta 10 salan bi daxwaza cezayê girtîgehê doz hat vekirin.    Duyemîn rûniştina dozê sibehê tê dîtin. Beriya rûniştinê Xewletê pirsa ‘Ji bo keseke ku aştiyê dixwaze, mirinê naxwaze çima doz tê vekirin?’ kir û bertek nîşanî pêkanînan da.   Li Qoser a Mêrdînê di 20’ê Nîsana 2019’an de bi armanca balê bikşînin ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan daxuyaniyek hat dayîn û polîsan mudaxaleyê çalakiyê kiribûn. Dayika Aştiyê Xewlet Oncu di çalakiyê de ji aliyê polîsan ve bi erdê re hatibû kaşkirin û der barê wê de doz hatibû vekirin. Rûniştina duyemîn a dozê sibehê (23) tê dîtin. Xewletê beriya rûniştinê nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku wê rojê ji ber îşkenceya ku dîtiye 6 mehan hatiye dermankirin û tevî ku mexdûr e jî doz lê hatiye vekirin û got ev bi tu awayî nayê qebûlkirin.   Gotina ‘bila kes nemire’ bû sûc!   Ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve der barê Xewletê ve bi îdiaya ‘Ji ber muxalefetê Qanûna Hejmar a 2911’an hatiye kirin û li ser navê rêxistinê sûc kiriye’ îdianame hat amadekirin û der barê wê de ji 5 salan heta 10 salan ceza hat xwestin. Di îdianameyê de gotinên Xewletê yên weke ‘Bila tecrîd rabe, zarok nemirin. Hemû birçîne bila nemirin. Leyla Guven 170 roje birçî ye. Êdî bes e. Em başiyê dixwazin. Em mirinê naxwazin. Bila êdî aştî bê’ bûn mijara sûc.   ‘Ji ber îşkenceya li min kirin 6 mehan hatim dermankirin’   Rûniştina yekemîn a Xewletê di cotmeha 2019’an de li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê hat dîtin. Xewlet der barê rûniştina duyemîn de axivî û got welatekî din ku mirovan ji ber daxwaza aştiyê didarizîne tune û got: “Wê rojê ji ber tiştên li min kirin 6 mehan ez hatim dermankirin. Mirov di grevê de bûn. Me jî got em çalakiya rûniştinê pêk bînin. Em ê biçûna Qada Azadiyê. Em ji bo aştiyê ji bo mirin çênebin çûn qadê. Lê mudaxaleyê me kirin. Dema wan mudaxale kir, min got ‘bila tecrîd rabe aştî pêk bê û kes nemire’. Wê demê bi TOMA’yê av berdan. Bi şîdeta wê avê ez ketim. Piştre ez bi erdê re kaş kirim. Ez hatim binçavkirin. 6 saetan ez dam sekinandin û piştre îfade girtin. Ez çûm malê. Nexweş ketim. Tevî ez rastî şîdetê hatim jî doz vekirin. Bi daxwaza 5-10 sal ceza doz vekirin. Tu mafê wan tune vê bikin. Min aştî xwest. Ez neheqiyeke wisa qebûl nakim.”