Hamîde Yîgît: Mudaxaleya li hember Lîbyayê wê Tirkiyeyê bike çiravê 2020-01-22 09:05:40   Habîbe Eren   ENQERE - Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît, diyar kir ku serokomar Tayyîp Erdogan, bi sûcdariya ku ‘cîhadîstên Sûriyeyê birine Lîbyayê’ tê sûcdakirin, wek ‘lîderê terorê yê Îhvayî’ tê dîtin û got mudaxaleya li Lîbyayê wê Tirkiyeyê bike çiravê.   Piştî Fermandarê Hêza Kudusê yê Artêşa Muhafizên Şoreşger ya Îranê Kasim Suleymanî ji aliyê DYA’yê ve hat kuştin şûnde, aloziya di navbera Îran û DYA’yê ku derket didome. Piştî vê aloziyê li Lîbyayê jî pevçûn zêde bûn. Tirkiyeyê hinek komên li Sûriyeyê şandin Lîbyayê û fermandar Hafter di lihevkirina agirbestê de li dijî xalên ku Tirkiyeyê eleqeder dike derket û agirbest qebûl nekir. Duh jî ji bo agirbesta mayînde a li Lîbyayê û destpêkirina pêvajoya siyasî li Berlîn a Elmanyayê konferansa Lîbyayê pêk hat. Di encamnameya civînê de hat diyarkirin ku divê li dijî agirbest û ambargoyê rêzdarî bê nîşandan û wê Komîteya Şopandina Navneteweyî bê avakirin.   Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît, aloziya di navbera DYA û Îranê de, şerê li Lîbyayê didome û polîtîka Tirkiyeyê ya der barê Lîbyayê de nirxand.   Hamîdeyê diyar kir ku suîkasta li hember Kasim Suleymanî û serokê Haşd el Şabî Ebu Mehdî El Muhendîs bûye sedema berteka gelên Rojhilata Navîn û hinekan jî ev suîkast wek hewldana DYA’yê ya ku Îranê bike şer nirxand . Hamîdeyê wiha got: “ Hedefa esas a projeya Rojhilata Navîn ya Mezin a DYA’yê ev e; 10 sale hewl dide li Îranê aloziya pêk bîne. Lê şerê bi îranê re tu car neket rojeva Pentagonê. Di dema Obama de, gelek caran Israîlê hewl da lê me dît ku DYA şerê bi Îranê re tercîh nake. Heta Obama ji ber ku aloziya şer daxîne asta herî jêr bi Îranê re peymana nukleerê îmze kir.”   ‘Aloziya bi Îranê re hat kûrkirin’   Hamîdeyê diyar kir ku di dema Donald Trupm de tehdîdên şer yên li hember Îranê derketine asta herî jor û ev bûye wek polîtîka dewletê. Hamîdeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî Trump ket Qesra Spî şûnde du tiştên sereke di polîtîka derve de derketin pêş. Ya yekem aloziya bi Îranê re girantirkirin bû. Ya duyem jî ‘Peymana Sedsalê’ ya wek sîgorteya pêkanîna ewlehiya Israîlê dihat dîtin, bixe jiyanê bû. Ji bo pêvajoya bi Israîlê re nomal bê meşandin, aloziya bi Îranê re kurtir kir. Lê tevî hemû polîtîkayên şer yên Trup, DYA’yê tu car şerê bi Îranê re tercîh nekir. Divê sûîkasta Kasim Suleymanî jî wisa bê nirxandin. Trump beyî ku erêkirina Kongre û Pentagonê bigire, talîmata suîkastê da. Li DYA’yê jî talîmata Donald Trump rê li ber krîzên cidî vekiriye. Trump ku lîderê DAIŞ’ê El Bagdadî jî kuşt, xwest bibe lîderê ku ‘du serkêşên terorîst ji holê rakiriye’. Xwest pêvajoya azîlê jî veguherîne ji bo berjewendiyên xwe.”   ‘Wê li herêmê karê DYA’yê zehmet bibe’   Hamîdeyê ev tişt anî ziman: “Nêrîna ‘DYA dikare lêxe, baragehan têk bibe’ belav bûye. Ji ber vê jî dengên ku ‘bila DYA ji herêmê derkeve’ bilind dibin. Aloziya bi Îranê re dikare zêde bibe lê nayê payîn ku ev vegere şerê eniyê. Hebûna DYA’yê ya li Rojhilata Navîn hatiye asta nîqaşkirinê. Wê li herêmê karê DYA’yê zehmet bibe.”   ‘Gelê Lîbyayê wek bertek, piştgirî da Hafter’   Hamîdeyê balkişand ser geşedanên Lîbyayê û got AKP’ê polîtîka xwe ya li Sûriyeyê li Lîbyayê dide meşandin û got: “Yên qaşo ji bo şoreşê bikin çûn Sûriyeyê niha hemû bûne leşkerên bi pere yên AKP’ê. Bi heman leşkeran, raste rast tevlî şerê navxweyî yê Lîbyayê bûn. Mudaxaleya li hember Lîbyayê ne niyeteke baş e. Lîbyayiyan piştî gotinên mudaxaleya leşkerî yên Tirkiyeyê ya li hember Lîbyayê, li hember Tirkiyeyê helwest girtin û piştgirî dan Hafter.”   ‘Helwesta Tirkiyeyê, Hafter xurt kir’   Hamîdeyê destnîşan kir ku piştî tezkera Lîbyayê hatiye erêkirin, hejmara rêxistinên bajar û kabîleyên ligel Hafter cih girtine zêde bûne û got pêngava AKP’ê ya li hember Lîbyayê rastî bertekên meizn hatiye û ji ber vê jî piştgiriya ji bo Hafter xurt bûye.   Hamîdeyê bi lêv kir ku artêşa Hafter piştî çareseriya leşkerî şûnde wê çareseriya siyasî jî erê bike, yanî bi biryareke ku berê xwe bide Trablusê û bi tu awayî destur nedaye ku di pêvajoya muzakereyê de Tirkiye cih bigire. Hamîdeyê ev tişt anî ziman: “Bertekên li hember Tirkiyeyê, di mudaxaleya li Sûriyeyê de jî derketibûn holê. Ji Yekitiya Ereban bigirin heta cîhan Rojava, mudaxaleya Tirkiyeyê ya li hember Sûriyeyê û niha jî ya Lîbyayê hat redkirin. Ligel Tirkiyeyê Rûsya hebû. Tayyîp Erdogan, bi sûcdariya ku ‘cîhadîstên Sûriyeyê birine Lîbyayê’ tê sûcdakirin û wek ‘lîderê terorê yê Îhvayî’ tê dîtin û got mudaxaleya li hember Lîbyayê wê Tirkiyeyê bike çiravê.”   Hamîdeyê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser îdiayên çûyîna cîhadiyan yên ji Sûriyeyê çûne Lîbyayê û got ev rewşeke ne teze ye û demeke dirêje ji aliyê Rûsyayê ve tê gotin ku Tirkiye leşkerên bi pere dişîne Lîbyayê û hinek komên muxalefeta Sûriyeyê jî li ser malperên nûçeyan ev teşhîr kirine.