Platforma Jinan a Dêrsîmê: Em tu carî paşve gavê navêjin 2020-01-22 09:04:39   Rengîn Azîzoglu   DÊRSÎM - Endamên Platforma Jinan a Dêrsîmê bertek nîşanê êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan û gotin: “Em jin wê li dijî êrîşên zayendî dengê xwe bilind bikin. Li her qadê em ê li dijî şîdet, tecawiz, asîmîlasyon û tacîzê têbikoşin û tu car paş ve gavê navêjin.”   Li Dêrsîmê di 5 mehan de 4 bûyerên êrîşên zayendî ya li hemberî zarokan derketin holê. Li navçeya Pêrtag a Dêrsîmê piştî bertekên jinan mêrê bi navê Harun Yildirim û du kesên din hatibûn girtin. Di sala 2015'an de zarokeke astendar bi êrîşa zayendî ya Harun Yildirim ve rûbirû ma û ev bûyer di rojevê de cih xwe girtibû. Harun piştî ku hat girtin serbest hat berdan. Bertekên jinan yên li hember van bûyeran didomin. Ji Platforma Jinan a Dêrsîmê jinan der barê mijarê de bertekên xwe anîn ziman.   ‘Piraniya bûyeran nakevin rojevê'    Nûnera Platforma Jinan a Dêrsîmê Tugba Apaydin diyar kir ku dema têkoşîn qesl dibe wek Dêrsîmê li her derê bûyerên êrîşên zayendî ya li hemberî zarokan, tacîz û tecawiz derdikevin asta herî jor û wiha got: "Piraniya van nakevin rojevê jî. Li dibistanê bûyerek tê jiyîn. Em hewl didin ji xwendekarna fêr bibin mijarê hîn bikin lê tê veşartin. Xwendkarên keç bi fikara ku zirar digihêje jiyana wan, tiştekî nabêjin. Em jinan re axivîn lê kêm be jî vedibêjin. Em wek platforma jinan hewl didin di pêvajoyên serlêdanê de ligel wan bin.”   ‘Hewl didin me bêdeng bikin’   Tugbayê destnîşan kir ku bûyerên wisa tên jiyîn û wê berdewam jî bikin û axivî: “Pergal bi qanûnên xwe hewl didin van bûyeran rewa bikin. Feraseta serdest ya mêr jî ji van qanûnan fêdeyê digire û pêşî li pergala xwe ya rizyayî vedike. Ancax pergal serobino bibe wê ev bûyer jî têk biçin. Dema ev bûyer tên jiyîn hewl didin serê wê bigirin û hewl didin me bêdeng bikin. Em dizanin ku, ger ev mijarên wisa bên axaftin xuyaye ku bûyer hatiye jiyîn. Pergala heyî jî bi polîtîkayên bêcezahiştinê serê van bûyeran digire.”    Tugbayê bi lêv kir ku wek platform hatine cem hev û daxuyanî û meş li dar xistine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev pratîkên wisa heta cihekî ji zemîna têkoşînê re xizmetê dike. Lê piştî demekê şûnde divê bernameyên cuda pêk bên. Em her ku têbikoşin wê pêşî li van bûyeran bên girtin. Divê em çalakiyên xwe bidomînin.”   ‘Civakê manîpule dikin’   Endama Platforma Jinên Ciwan yên Azad (OGK) Dîlara Aras jî daxuyakirin ku zêdebûna îstîsmara zayendî bi awayekî sîstematîk didome û ev tişt anî ziman: “Pergal bi taybet li ser jinên ciwan bandorek mezin dike. Hewl didin civakê manupule bikin. Dêrsîm di alî etnîk û îdeolojîk de xwedî bingeheke cudaye. Êrîşên li hember vê avabûnê jî ji ser gel pêk tê. Li ser zanîngehê demek dirêj e zextên mezin hene. Li yurdan, memur, midûr, li akademiyan mamoste, rektor û dekan hewl didin jinan biçewisînin. Jinên ciwan der barê Cem Tekînoglu de dengê xwe bilind bikin û hewl didin jinan bêdeng bikin. Li akademiyan tacîz zêde bûn. Tacîzkar jî dibêjin ‘ger bi Cem Tekîngolu tiştek nehatibe, min jî nabe.’ Em jinên ciwan wê li dijî vê tu car bêdeng nemînin. Em ê li her qadê li dijî tacîz, tecawiz, asîmîlasyonê têbikoşin”   ‘Em ê her tim li qadan bin’   Ji Platforma Jinan a Dêrsîmê Tugba Kurban jî balkişand ser sedemên êrîşên zayendî û got yek ji van jî polîtîka bêcezabûnê û daxistina cezayane û wiha bilêv kir: “Di meha tebaxê ya sala borî de li Pêrtegê bûyera êrîşa zayendî pêk hat. Gumanbar di rûniştina ewil de hat tahliyekirin. Di navberê de 5 meh derbas bû, vê carê hat îdia kirin ku 15 zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû mane. Tahliyekirina gumanbaran têr nake, niha jî dibêjin wê qanûna efûyê ji bo kesên tecawizkaran dê bibin meclîsê. Mixabin ev polîtîka rê li ber mexduriyetan vedike. Ji ber vê jî em ê heta dawî li dijî qanûnên wisa têbikoşin.”   'Em ê bi hev re bibin şopdarên pêvajoyan'   Tugbayê îdiaya ku di bûyerên tacîz û tecawizê de xebatkarên cemawerî jî hene nirxand û got ji bo dozan biryara veşartiyê tê danîn û ji ber vê em nikarin xwe bigihînin agahiyên rast û em nikarin tevlî pêvajoyê bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo hemû mexduriyet ji holê bên rakirin divê hemû sazî peywira xwe bînin cih. Divê perwerdehiyên pêwist bên dayîn. Peywira mezin dikeve ser gelê me. Ev bi têkoşînê dikarin bên çareserkirin. Divê em hemû bi hev re bibin şopdarên van pêvajoyan.”