'Em ê bi vîna xwe piştgiriya zarokên xwe bikin' 2020-01-22 09:03:45   Dilûcan Bozî   KOBANÊ - Dayikên Şehîdan ên Kobanê piştgiriya xwe ya ji bo şervanên QSD’ê, anîn ziman û gotin:"Hêza QSD’ê nûnertiya me dike. Wê hêzên dagirker nikaribin me û zarokên me ji hev qut bikin."   Hêza QSD'ê li Rojavayê Kurdistanê parastina nirxê  şoreşê kir û cihê xwe di nava dilê gel de da çêkirin. Şervanên azadiyê  ne tenê li Bakurê Suriyeyê, li dijî dagirker û çeteyên DAIŞ'ê şer kirin. Ji bo hemû gelan jiyaneke azad afirandin û herêmên xwe ji hemû rengên zilim û zoriyê parastin. Şervanên ku tenê parastina doz û xeta nirxê gelê xwe hilbijartine li dijî hemû êrîşên li ser herêmê şer kirin û nîşana serkeftinê her para wan bû. Di oxira doza azadiyê de bi hezaran şervan birîndar bûn û jiyana xwe jî ji dest dan. Dayikên Şehîdan ên ku xeta azadiya zarokên xwe diparêzin û şopedarên wan e helwestên xwe li dijî êrîşên  dagirkeriyê anîn ziman û ji me re parve kirin.   'Şervanên QSD'ê baweriya gel in'   Jina bi navê Helîma Reşo ku di oxira vê şoreşê de sê zarokên wê canê xwe feda kirine anî ziman ku ew ê her li ser şopa zarokên xwe be û wiha got: "Ev ax, axa me ye. Em qebûl nakin ku tu kes were li ser axa me û dagir bike. Hêza me heye, şervanên me bi rihê têkoşînê parastinê dikin. Em wekî dayikên wan li pişta wan in. Erdogan dibêje ku QSD terorîst e, lê Erdogan bi xwe serkêşiya terorê dike û wan derbasî ser axa me dike. Gel bi şervanên xwe bawer in."   'Hêzên QSD'ê hebûna me diparêzin'   Dayika bi navê Wehîde Seyid Ehmed diyar kir ku wê li ser şopa zarokên xwe bimeşin, xewn û xeyalên wan pêk bînin û wiha got:  "Şervanên QSD'e zarokên vî gelî ne. Em ê weke dayikên şehîdan doza şervanên xwe bişopînin heta ku em bigihêjin serkeftinê. Bi hêza xwe em ê piştgiriyê bidin hêzên QSD'ê. Her kesî dît ku QSD'ê bi hezaran jin û zarok ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin. QSD li hember dijminê xwînvexwar axa xwe diparêze û em jî piştgiriya wan dikin. Em ê li kêleka şervanên xwe têkoşîn bikin da ku em li ser axa xwe jiyaneke azad û wekhev bijîn. Hêzên QSD'ê hebûna me diparêzin."   'Serkeftin para gelê têkoşer e'   Dayika bi navê Kelîma Mihemed Ebdî destnîşan kir ku bi saya xwîna zarokên vî welatî mirov li ser vê axê dijîn û wiha got: "Di encama êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê de em ji axa xwe koçber bûn, lê hêza ku li hember dewleta sekinî hêza QSD'ê ye. Bi saya şervanên  azadiyê em vegeriyan ser axa welatê xwe û di nava ewlehiyê de dijîn. Dewleta tirk dixwaze hebûna Kurdan bi dawî bike. Ev daxwaza Erdogan wê pêk neyê. Serkeftin para gelê têkoşer e."