Salvegera êrîşên li ser Efrînê bi vêxistina findan hat bibîranîn 2020-01-21 11:16:33   QAMIŞLO - Şêniyên  Efrînê yên ku li bajarê Qamişloyê dimînin, salvegera 2’emîn êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê bi vêxistina findan bi bîr anîn.   Salvegera  2'emîn a êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma Efrînê bi çalakiyên cuda hat bîranîn. Şêniyên herêma Efrînê yên ku li bajarê Qamişloyê dimînin, êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê bi vêxistina findan li ser gorên cangoriyên azadiyê  li goristana şehîd Delîl Saroxan bi bîr anîn. Di bîranînê de hemû endamên sazî û dezgehên civakî, malbatên şehîdan, hunermend û partiyên siyasî  beşdar bûn.   Piştî vêxistina findan li ser gora cangoriyan, axaftin ji aliyê Hevserka Partiya Yekîtiya Demokratîk Eyşe Hiso ve hat kirin.   Eyşeyê di destpêkê de êrîşên dewleta tirk ên li ser Herêma Efrînê şermezar kir û wiha got: "Beriya du salan dewleta tirk 72 balafirên xwe li ser ezmanê Efrînê bi hewa xist. Bi sedan sivîl hatin qetilkirin. Li Efrînê sîstemeke bi pêşengtiya jinê hatibû avakirin. Destkeftiyên jinê û projeya netewa demokratîk hedef hat girtin. Ji bo ku em li ser axa xwe azad û bi rûmet careke din bijîn, divê rawestandin ji bo me tune be. Em ê ji bo doza xwe têkoşîn bikin û bi ser bikevin."   Bîranîn bi dirûşma"Bijî berxwedana serdemê" bi dawî bû.