Yekîtiya Rewşenbîran şevbihêrka helbestê ji bo Efrînê li dar xist 2020-01-21 10:45:12   QAMIŞLO - Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, têkildarî duyemîn salvegera êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê, şevbêrkeke helbestî û hunerî  li dar xistin.   Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, têkildarî duyemîn salvegera êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê û piştgiriya hêzên parastina rûmetê şevbêrkek helbestî û hunerî li dar xist. Şevbêrk li navenda çand û hunerê ya Diclê li bajarê Dêrikê ya kantona Qamişloyê hat çêkirin. Di şevbihêrkê de hemû sazî û dezgehên civakî beşdar bûn.   Şevbihêrk bi deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Piştre helbest li ser Efrîn û li ser hêzên parastina rûmetê  ji aliyê helbestvanan ve hatin xwendin. Di dawiyê de Koma Cûdî ya navenda çand û hûnerê stranên şoreşgerî pêşkêş kirin.