Xizmên girtiyan: Dengê zindanan bibîhîzin 2020-01-21 09:05:26   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Xizmên girtiyan li dijî îşkenceyên li girtîgehan banga hestiyariyê kir û got: “Pêkanînên ku salên 90’î li pey xwe hiştine hene. Lê çi dibe bila bibe em ê li dijî vê zilmê têbikoşin. Bila her kes geşedanên li zindanan bibînin û tiştekî bikin.”   Piştî OHAL’ê li girtîgehên Tirkiye û herêmê binpêkirinên mafan derketin asta herî jor. Girtî tiştên ku dijîn bi name, parêzer an jî malbatên xwe ji rayagiştî re radigînin û xizmên girtiyan jî li dijî binpêkirinên mafan banga hestiyariyê dikin.   ‘Beyî agahiyê bidin me hatiye sirgunkirin’   Girtiyê bi navê Bawer Eye ku li girtîgeha Tîpa T ya Denîzliyê girtîbû, beyî agahiyê bidin malbat awî sirgunê girtîgeha Bandirmayê hat kirin. Dayika wî Saadet Eye, diyar kir ku ji malbateke ku çûne hevdîtin zarokê xwe yê li Denîzliyê ev hîn bûne û wiha got: “Zilma li girtîgehan her diçe zêde dibe. Li vî welatî ne edelet, ne maf û ne jî demokrasî maye. Zarokê min 7 sal in di girtîgehê de ye. Ji çav û congên xwe jî pirsgirêkan dijîn.”   ‘Pêkanînan salên 90’î derbaskiriye'   Saadetê destnîşan kir ku li girtîgehan hewcedariyên sereke yên wekê xwarin, av û hewa jî tê binpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kujeran berdidin, lê kesên sûcên wan nîne tên cezakirin. Sê meh in nikarim biçim hevdîtinê. Di pişta min de fitiq heye. Ez nikarim di rêya dirêj de biçim. Kurê min berê li girtîgeha Dînarê bû. Piştre sirgunê Denîzliyê kirin. Niha jî sirgunê Bandirmayê kirin. Her diçe ji me dûr dixin. Ji bo zilmê li me jî bikin wisa dikin. Heta em diçin hevdîtinê em perîşan dibin. Pêkanînan, salên 90’î derbaskiriye. Cil û bergên me jî ji ser me derdixin.”   Saadetê bi lêv kir ku birayê Bawer jî li Sûriyeyê li dijî DAIŞ’ê şer dike û got: “Ji ber ku birayê wî li dijî DAIŞ’ê têdikoşe, hêrsa xwe ji wî derdixin. Ji ber em Kurd in ev zilm li me tê kirin. Lê çi dibe bila bibe em ê li dijî zilmê têbikoşin. Bila her kes ji bo zindanan tiştekî bike.”   ‘Meheke nikarim kurê xwe bibînim’   Yek girtîgeha ku ji rojevê de nakeve girtîgeha Maraş Turkoglu ye. Endamê meclîsa ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Halît Şaşmaz, nêzî salekê ye girtiye. Dayika wî Sultan Şaşmaz diyar kir ku meheke nikare biçe hevdîtina kurê xwe û wiha berdewam kir: “Bi hincetên cuda di bin navê dîsîplînê de hevdîtinan qedexe dikin. Her tişt kêfiye. Ev du hefteyek em nikarin hevdîtina telefonê bikin. Her tim ceza didin. Meha borî em çûn hevdîtinê. Lê gotin cezayê dîsîplînê heye û nehiştin em bikevin hevdîtinê. Gardiyan her tim zextan li me dikin. Bila zarokên me berdin. Girtîgeh êdî tije bûne. Ne tenê li girtiyan li malbatê wan jî îşkence tê kirin. Bi çavsorî nêzî malbatan bidin. Ji bo me biçewisînin her tiştî dikin. Lê em her tim ligel doza xwe bin û piştgiriyê bidin zarokên xwe."