'Em naxwazin di nava şer de biwelidin' 2020-01-21 09:03:17   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Jinên ducanî yên gundê Um El-Kêfê yê ku her roj ji aliyê dewleta tirk ve tê topbarankirin, wiha gotin: "Şer bandorek neyînî li ser derûniya me dike. Em naxwazin di nava şer de biwelidin û zarokên me jî di bin bandora vî şerî de bimînin."   Şer di serî de bandorê li derûniya zarokan, kesên temenmezin û jinên ducanî dike. Taybet piştî êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku heta niha jî dewam dike, bandora neyînî ya li ser  derûniya zarokan, kesên temenmezin û jinên ducanî dewam dike. Di encama şer de gelek jinên ducanî tevî pitikên di zikê wan de jiyana xwe ji dest dan. Her wiha gelek jinên ducanî di nava şerdên dijwar ên şer de di warê derûniyê de demên zehmet derbas dikin. Jinên ducanî yên gundê Um El-Kêfê ya girêdayî Navçeya Til Temirê ku di nava êrîşên dewleta tirk de dijîn, nêrînên xwe bi me re parve kirin.   'Naxwazim di nava êrîşan de zaroka min ji dayik bibe'   Fatma Cuma ku ducanî ye û di heyva xwe ya sê û nîvan de ye wiha dibêje: "Êrîşên dagirkeran bandorê li derûniya min dike û ez ditirsim ku bandorên gelek neyînî li zaroka di zikê min de jî bike.  Zarokên min ji ber dengê topan û guleyan ranazin û her di nava tirsê de dijîn. Ez naxwazim di nava êrîşan de zaroka min ji dayik bibe."   'Jiyana jinên ducanî yên di meha 8'an de di xetereyê de ye'   Fatma Dawud jî wiha got: "Ez ducanî me û di meha xwe ya 8'an de me û yên ku di meha 8'an de bin jî rewşa wan pir xeter e. Ev êrîşên çeteyan bandorek gelekî neyînî li derûniya min dike. Ji ber vê yekê ez niha dihizirim ku dema zayînê em ê çawa biçin cem bijîşkan. Jin herî zêde di saetên êvarî de diwelidin û çete jî di heman saetê de dest bi topbarana xwe ya li ser gund dikin û riyên ku diçin navçeya Til Temirê jî tên girtin."   'Ji ber êrîşan derfetê peydakirina mazotê kêm in'   Fatmayê diyar kir ku ji ber kêmbûna mazotê ew di bin bandora sermayê de dimînin û wiha dewam kir: "Jinên ducanî pêwîst e ku her germ bibin. Ji ber êrîşan derfetê peydakirina mazotê kêm in. Ev jî bandorê li ser zaroka min dike. Ez û zaroka min sermayê dixwin."   Fatmayê wiha bi dawî kir: "Zarokên du salî êdî rastiya çeteyan û hovitiya dewleta tirk nas dikin. Dema ku dengê gule û topan tê zarokên min dibêjin yadê ka binêr dengê guleyan tê. Gunehê van zarokan çi ye? Di nava şer de mezin bibin. Şer bandorek neyînî li ser derûniya me dike. Em naxwazin di nava şer de biwelidin û zarokên me jî di bin bandora vî şerî de bimînin."