ROJEVA 20'Ê ÇILEYÊ YA 2020'AN 2020-01-21 09:00:00   *Jinên ducanî yên gundê Um El-Kêfê yê ku her roj ji aliyê dewleta tirk ve tê topbarankirin, wiha gotin: "Şer bandorek neyînî li ser derûniya me dike. Em naxwazin di nava şer de biwelidin û zarokên me jî di bin bandora vî şerî de bimînin."DÎMEN HEYE   *Hevseroka Meclîsa Bajarê Hesekê, Civîn Remo derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de wiha got:" Tecrîd encama polîtîkayên dijmiroviyê ye. Divê pêkanîna polîtîkayên tecrîdê bi dawî bibe." DÎMEN HEYE   *Hevseroka Giştî ya DBP'ê  û parlamentera Amedê Salîha Aydenîz diyar kir ku di komxebata 'Xebata Tifaqa Kurdistaniyan' de bi nîqaşan encamên girîng hatin bidestxistin û got: "Ji her çar parçeyên Kurdistanê li dijî êrîşan serhildaneke hevpar pêk hatin û ev bi serê xwe yekitiye. Ji bo em vê mayînde bikin divê em di nava têkoşîn û xebatê de bin.” DÎMEN HEYE    *Xizmên girtiyan li dijî îşkenceyên li girtîgehan banga hestiyariyê kir û got: “Pêkanînên ku salên 90’î li pey xwe hiştine hene. Lê çi dibe bila bibe em ê li dijî vê zilmê têbikoşin. Bila her kes geşedanên li zindanan bibînin û tiştekî bikin.” DÎMEN HEYE    *Bi Pakêta Darazê ya Duyemîn tê payîn ku sererastkirina ‘di êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan de bi riya zewacê efû’ bê meclîsê. Pispora Xizmeta Civakî û aktîvîstê mafê zarokan Emrah Kirimsoy mijar nirxand û got: “Gumanbar li şûna cezakirinê, bi zewacê tê xelatkirin.”   *Li Bazidê esanafên ku li dijî krîzê hewl didin li ser piyan bisekinin, diyar kirin ku sedema krîzê butçeya ji bo şer hatiye veqetandinê ye û diyar kirin ku ji ber betaliyê kes nayê dan û standinê û gotin: “Agirî veguherî bajarî mirî. Em bi 10 TL vedigerin malê.” BI DÎMEN   *Jinan diyar kir ku sedema zêdebûna îstîsmar û şîdetê polîtîkayên bêcezakirinê ne û got: “Bedena zarokan aîdê wan e, bedena jinê aîdê jinê ye. Berovajî vê şîdet e, destdirêjî ye. Em jin tu car li dijî vê bêdeng namînin.”   *Kebîre Karabayir ku der barê zarokên li dibistanên gundan dixwînin an jî malbatê wan di girtîgehê de ne xebatên piştgiriyê dimeşîne û hewl didie di civakê de jî cudahikê biafirîne. Kebîre di navbera zarok û kesên dixwazin alîkariyê bidin de jî pirê ava dike û diyar dike ku divê hişmendiya piştevaniyê mezin bibe. BI DÎMEN   *Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Dirayet Dîlan Taşdemîr, anî ziman ku di 3'emîn konferansa jinê de wan nîqaşên têr û bi hêz kirine û wiha got:"Tevî êrîşan jinên ku pêşengiya guhertin û serîhildanê dikin hene. Di demeke herdu rastî hevdu zindî dikin de me konferans pêk anî." BI DÎMEN