Li Rojava bi munasebeta 20'ê Çileyê daxuyanî hatin dayin 2020-01-20 14:25:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi armanca şermezarkirina salvegera duyemîn ya êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma Efrînê, li navçeya Til Temirê û kantona Kobanê daxuyanî hatin dayin.   Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser  Efrînê,  çalakiyên cur be cûr tên lidarxistin.   Hesekê    Meclîsa Navçeya Til Temirê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê daxuyanî da.   Meclîsa Navçeya Til Temirê, bi beşdarbûna dehan endam û rêveberiyên saziyên civaka sivîl û gelê herêmê kurd,ereb û aşûriyan, li Meclisa Malbatên Şehîdan kom bûn û bi dirûşma"Em ê berxwedanê mezin bikin Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin"daxuyanî dan.    Daxuyaniya ku ji aliyê Endama Rêveberiya Kongreya Star a Navçeyê Çinar Yûsif ve hat xwendin wiha ye:   "Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê hemî qanûnên mafê mirovan diparêzin binpê dike û li dijî Gelê Kurd li herêmê qirkirinek pêk anî. Dagirkirina Efrînê li ber çavên tevahî cîhanê rû da û yek dewletê jî helwestek bi bandor li dijî kiryarên dewleta tirk nîşan neda. Pêkanîna Netewa Demokratîk li Efrînê nexşeya nû,  ji bok Sûriyeke azad û demokratîk re mînak bû.    Dewleta tirk bi hevkariya Rûsya, rejîma Sûriyeyê û bi bêdengiya koalîsyona navneteweyî di serî de Emerîka, êrîşên xwe pêk anî. Daewleta tirk ji bo tola DAÎŞ'ê hilgire dagirkerî kir. Berpirsyarê guhertina demografîk ku niha li Efrînê pêk tê, hemû cîhan e. Li dijî dagirkirina Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî em ê asta berxwedanê û têkoşîna li hember dagirkeran mezin bikin û herêmên xwe ji dewleta tirk rizgar bikin."   Daxuyanî bi dirûşmên "Berxwedan jiyan e","Bijî berxwedana gelê Efrînê"  bi dawî bû.    Kobanê   Bi boneya 2’emîn salvegera destpêkirina êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê li ser kantona Efrînê Rêvberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê daxuyaniyek da.   Dewleta tirk û hevkarên wê di 20’ê Çileya 2018’an bi hevkariya Rûsiya û bêdengiya Rêjîma Sûriyê êrîşî kantona Efrînê kir. Di encama êrîşên dewleta tirk de bi dehan komkujî hatin kirin û bi sedhezaran gel bi darê zorê ji malên xwe koçber bûn. Bi boneya duyemîn salvegera destpêkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser kantona Efîrnê Rêvberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi beşdarbûna hevserok û endamên sazî û dazgehên Rêvberiya Xweser li Kobanê pêk hat.   Daxuyanî li navenda Rêvberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê li Kobanê ji aliyê Eyşê Nasir ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   "Di 20’ê Çileya 2018’an de dewleta faşîst a tirk bi hevkariya komên çete yên girêdayî wê êrîşî herêma Efrînê kir. Di êrîşan de dewleta tirk û çeteyên wê hemû zagonên navneteweyî binpê kirin. Dewleta tirk di êrîşîn li ser Efrînê de çekên herî giran bi kar anî, çeteyên wê sûcên herî xirab dikin û siyaseteke qirêj didin meşandin.   Gelê Efrînê bi hemû pêkhateyên wê li dijî êrîşên dewleta tirk berxwedaneke dîrokî dan meşandin. Dewleta tirk li hember berxwedana gel nikarîbû  Efrînê dagir bike. Ji bo ku gel bide tirsandin çekên qedexekirî bi kar anî. Gund û bajar topbaran dikir, di derheqê sivîlan de komkujî pêk anîn. Cîhan li hember van êrîşan bêdeng ma. Rêjîma Sûriyeyê jî erka xwe ya parstina xaka Sûriyeyê pêk ne anî.    Dewleta tirk û çeteyên wê bi armanca guhertina demografiya Efrînê kiryarên kuştin, revandin, tecawizkirin, talankirin û wêrankirinê didan meşandin. Şêniyên wê dan koçberkirin û li şûna wan malbatên çeteyan bi cih kirin. Dewleta tirk dixwaze êrîşên xwe berfreh bike,tevahî Rojhilata Navîn dagir bike. Dewleta tirk çeteyan perwerde dike û li cîhanê belav dike, her wiha kiryarên ne mirovî û ne exlaqî li Serêkaniyê û Girê Spî di derheqê şêniyan de berdewam dike.   Bi vê boneyê em berxwedana gelê Efrînê silav dikin. Şehîdên berxwedana serdemê û berxwedana rûmetê bi bîr tînin.  Em bang li pêkhateyên Sûriyeyê dikin dest bidin hev û bi hev re Sûriyeyê ji terorîstan azad bikin."   Daxuyanî bi dirûşma "Na ji dagirkeriyê re" bi dawî bû.