'Em ê vegerin Efrîna xwe' 2020-01-20 09:16:11   QAMIŞLO - Jinên bajarê Efrînê yên ku di kampa Newroz de dijîn, ji bo 20'ê çile roja êrîşên li ser Efrînê wiha gotin: "Hêviya me ew e ku em di demek nêz de axa xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin û car din jiyana xwe bi aramî bidomînin."   Di 20'ê çileyê 2018’an de dewleta tirk û hevkarên wê êrîşî bajarê Efrînê kirin, piştî berxwedana gel ya 58 rojan, gel neçar ma koçber bûn. Di encama êrîşan de bi hezaran jin, zarok û kesên temenmezin jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî mijarê jinên ji Efrînê yên ku di kampa Newroz a bajarê Dêrikê ya girêdayî Kantona Qamişloyê dijîn nêrîna xwe parve kirin.   'Em dixwazin  vegerin ser axa xwe û bi aramî bijîn'   Zerîfe Dede ya bi temenê xwe 65 salî ye, ji Efrînê ye û piştî ji Efrînê derketiye û li kampa Newroz bi cih bûye axivî û wiha got: "Ev bû du sal em ji Efrînê koçber bûne. Beriya ku dewleta tirk Efrînê dagir bike, me gelek têkoşîn kir da ku axa me dagir nekin. Piştî êrîşên dijwar ên bi çekên giran em neçar man ji Efrînê derkevin û me berê xwe da bajarê Dêrîkê û em li kampa Newroz jiyana xwe dom dikin. Tenê xwestekek me heye ew jî em vegerin Efrînê."   'Piştî 58 rojên berxwedanê, em neçar man koçber bûn'   Semîra Ebd El-Hemîd ya bi temenê xwe 54 salî ye û ji Efrînê ye êrîşên dewleta tirk wiha anî ser ziman: "Me 58 rojan ruxmê hemû êrîşên hovane li ber xwe da û me axa xwe parast. Di wê êrîşê de gelek zarok, jin û mirovên temenmezin jiyana xwe ji dest dan û hemû cîhan jî lê mêze dikirin, lê kesî dengê xwe ji dewleta tirk re dernedixist. Herî dawî em neçar man koçber bûn. Hêviya me ew e ku em di demek nêz de axa xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin û car din jiyana xwe bi aramî bidomînin."   'Di demeke nêz de em ê vegerin Efrîna xwe'   Sewlî Ebd-El Hemîd ya bi temenê xwe 54 salî ye û ji Efrînê ye li ser zehmetiyên koçberiyê axivî û  wiha pê de çû: "Ji ber êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê em  du caran koçber bûn. Efrîn ne xaka tirkan e û em jî neketine axa tirkan, lê dewleta tirk bi hemû hovitiya xwe êrîşî gel kir û Efrîna me talan kir. Em heta sax bin em ê berxwedana xwe bidomînin da ku welatê xwe ji destê dijmin rizgar bikin."