'Em sozdarê doza berxwedêrên welatê xwe ne, serkeftin para me ye' 2020-01-20 09:12:12   Şêrîn Zêrevan   QAMIŞLO - Berdevka Kongreya Star ya Kantona Qamişloyê, derbarê destpêkirina êrîşên dewleta Tirk a li ser  herêma Efrînê, nirxandin kir û got: "Êrîşên desthilatdaran li ser welatê me her dûbare dibin, êrîşa li ser Efrînê jî pir bi êş bû, lê hêviyên me zindî ne, Em sozdarê doza berxwedêrên welatê xwe ne, serkeftin para me ye."   Di 20'ê çile 2018'an de dewleta tirk bi 72 balafirên şer êrîşî bajarê Efrînê kir. Gelê Efrînê ligel balafir, havan, obîs û topan 58 rojan li ber xwe dan. Piştî banga Rêvberiya Xweser gelê Efrînê koçber bûn û berxwedana xwe li Şehbayê dewam dikin. Têkîldarê mijarê berdevka Kongreya Star a Kantona Qamişloyê Ayhan Mûrad axivî.   Ayhan balkişand ser êrîş û armanca dewleta tirk û wiha got: " Di 20'ê çileya 2018'an de dewleta tirk êrîşî Efrînê kir, di roja yekem de 72 balafirên şer li ser ezmanên Efrînê firandin. Bi sedan jin, zarok û mirovên temen mezin jiyana xwe ji dest dan û gel koçber bû. Ligel ewqas êrîşek hovane gel bi îrade û baweriyek pir mezin 58 rojan li ber xwe dan. Niha jî li kampa berxwedan û veger li ber xwe didin. Bêriya dagirkeriya dewleta tirk gelê Efrînê bi hemû pêkhateyên xwe, li ser bingeha netewa demokratîk jiyana xwe bi rêve dibirin. Mixabin! Pergala desthilatdar ê dewleta tirk xwest careke din împaratoriya Osmaniyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nûjen bike.  Di dîrokê de jî tê zanîn ku pergala kapîtalîzîm xwesteka wê ew e ku civakê li gor berjewendiyên xwe bi rêve bibe."   'Êrîşên desthilatdariyê her dûbare dibin'   Ayhan êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxand û wiha domand: "Di sala 2013-2014'an bi serkeşiya Erdogan çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Serêkaniyê û Kobanê kirin. Gelê ku li wê bajarê jiyan dikirin rastî êrîş, tecwiz û qatlîamên çeteyên DAIŞ'ê hatin û hinek ji wan koçber bûn. Piştî berxwedana YPJ/YPG'ê û QSD'ê çeteyên DAIŞ'ê li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê têk çûn, gel jî carek din vegeriya axa xwe û jiyanek aram û azad dijiyan."   'Dewletên desthilatdar herêmên me ji bo bercewendiyên xwe difiroşin'   Ayhan balkişand ser deskeftiyên gel û wiha pê de çû: "Ev 9 sal in li ser şoreşa Rojava bihorî û pergala wekheviya gelan hat avakirin. Di hemû kar û xebatan de hemû pêkhate bi hev re karê xwe bi rêve dibin, ferq û cudahî di navbera pêkhateyan de tuneye, loma zora hêzên desthilatdar hat û êrîşî bajarê Efrînê kirin û dagirkirin, îro jî Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Hemû dewlet ji bo berjewendiyên xwe heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê firotin hev û guhertinên demografîk di heremê de dan çêkirin. Kesên biyanî anîn û li Efrînê bi cih kirin. Darên zeytûnê yên sembola Efrînê şewitandin. "   'Dewleta tirk tu sinorên mirovahiyê nasnakê'   Ayhanê êrîşên li ser Serêkaniyê û Girê Spî nirxand  û wiha dewam kir: "Dewleta tirk di 9'ê cotmeha 2019'an de  bi navê heremên ewle êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û Serêkaniyê û Girê Spî dagirkir. Dewleta tirk li Efrînê ne digot zarok, jin û kal hene tenê êrîş dikir, li Serêkaniyê û Girî Spî jî wiha kir. Dewleta tirk tu sinorên mirovahiyê nasnakê."   'Em sozdarê doza berxwedêrên welatê xwe ne'   Ayhan wiha dawî li axavtinên xwe anî: "Em ê sala 2020'an soza xwe ji hemû jin û berxwedêrên azadiyê re dûbare bikin. Em şopdarê Sakîna Cansiz, Evêsta, Arîn, Barîn, Hevrîn, Eqîde û Amara ne. Em ê tola wan hilînin û  nahêlin çete di welatê me de şa bibin."