‘Li girtîgehan komkujiya 19’ê Kanûnê didome’ 2020-01-20 09:04:48   STENBOL - Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Hatîce Onaran, diyar kir ku rastiya welat, herî baş rewşa girtîgehan nîşan dide û diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, berdewama komkujiya di bin navê ‘vegera jiyanê’ de pêk hatiye.   Li gorî rapora Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê, li girtîgehan 457 jê giran bi giştî hezar û 333 girtiyên nexweş hene û ev hejmar her diçe zêde dibe. Girtiyên ku têkoşîna jiyanê didin jî tevî raporên STE’ê û nexweşxaneyan nayên berdan.   Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Hatîce Onaran, diyar kir ku xebatên wan piranî der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan e û got xebata runiştina F ya ku ji 2012’an heta niha hatiye destpêkirin jî yek ji van xebatan e û got: “Armanca esas ya runiştina F, ev e ku rewşa girtiyên nexweş di rojevê de bê girtin. Rastiya welatekî ji rewşa girtiyan diyar dibe. Em armanc dikin ku balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş. Yek ji qadên ku herî zêde pergal jê bi bandor dibe girtîgehin. Nêrîna desthilatdariyê ya der barê girtiyên nexweş jî diyar e.”   ‘Komkujiya 19’ê Kanûnê berdewam dike’   Hatîceyê daxuyakirin ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tên jiyîn, berdewama komkujiyên dîroka welat e wiha pê de çû: “Di 19’ê Kanûna 2000’î de di bin navê ‘operasyona vegera jiyanê de’ li 20 girtîgehan operasyon pêk hatin û 32 kesî jiyana xwe ji dest da. Di dîroka Tirkiyeyê de binpêkirinên mafan her tim li girtîgehan hebûn. Piştî OHAL’ê binpêkirinên mafan aşkera hatin kirin. Li girtiyan mirin tê ferzkirin. Komkujiya 19’ê Kanûnê mînakek tiştên îro pêk tên e. Yanî komkujiya 19’ê Kanûnê hîna didome.”   'Pirgirêka girtiyên nexweş li benda çareseriyê ye'   Hatîceyê balkişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîghan û wiha dawî lê anî: “Li girtîgehan hejmar zêde dibe. Di koxuşên 3 kesî de 10 kes zêdetir tên bicihkirin. Ev jî rewşa heyî ya welat nîşan dide. Girtiyên nexweş yên pisgirêkên giran dijîn hene. Mixabin girtiyên ku bi salane roj nedîtine û mafên tenduristiyê bidest naxin di girtîgehan de jiyana xwe ji dest didin. Her wiha girtiyên nexweş tên dermankirin lê baş nabin. Girtiyên nexweşên giran yên nikarin li xwe binêrin hene û bi alîkariya hevalan debara xwe hewl didin pêdivyên xwe pêk bînin. Pirsgirêka girtiyên nexweş pirsgirêkeke mezin ya li benda çareseriyê ye.”