Êrîşî meşa edaletê kirin: 20 kes hat binçavkirin 2020-01-19 17:12:02   ENQERE - Melek Çetînkaya ya ku xwest ji bo kurê xwe Taha Furkan Çetînkaya yê bi cezayê muebetê hatiye cezakirin,  meşa “adaletê” li dar bixe, polîsan êrîşî wê kir. Polîsan di êrîşê de herî kêm 20 kes girtin bin çavan û li wekîlên HDP'ê dan.    Melek Çetînkaya ji bo kurê xwe Taha Furkan Çetinkaya yê piştî darbeya 15'ê Tîrmehê hat girtin û cezayê muebetê lê hat birîn ji bo daxwazên xwe yên edaletê bîne ziman, xwest meşekê li dar bixe. Melek Çetinkaya û gelek kesên din li Parka Guvenê kom bûn û xwestin "Meşa Edaletê li dar bixin. Di meşê de Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu, Rêveberê ÎHD' û gelek kesên din kom bûn û daxwazên edaletê anîn ziman. Komê xwest li Parka Guvenê bicivin, polîsan destûr nedan û êrîş kirin. Polîsan tevî Melek Çetinkaya herî kêm 20 kes binçav kirin û li parçamenterê HDP'ê Faruk Gergerlîoglu jî dan.