Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin 2020-01-19 16:04:15   AMED - Bi pêşengiya Înîsiyatîfa Ronakê hunermend û nivîskaran pirtûkên nivîskarên girtî îmze kirin.    Înîsiyatîfa Ronak bi boneya piştevaniya nivîskarên girtî bi dirûşma “Edebiyat azad e” bi beşdariya nivîskar û hunermendan pirtûkên nivîskarên girtî dan îmzekirin. Nivîskar û hunermendan  li Pirtûkxaneya Lîlavê ya li Semta Ofîsa Amedê pirtûk îmze kirin.    Pirtûk li ser navê girtiyên nivîskar  ji aliyê stranbêj Şîlan Dora, şanoger Berfîn Emektar, nivîskar Selîm Temo, nivîskar Dilawer Zeraq û nivîskar-rojnameger Rêdûr Dîjle ve hatin îmzekirin.