Komxebata Yekitiya Neteweyî berdewam dike 2020-01-19 13:43:56   AMED - Li navçeya Sûrê ji aliyê 9 partiyên siyasî ve di çarçoveya "Xebata Tifaqa Kurdistanî" de duh "Komxebata Yekitiya Neteweyî" hatibû destpêkirin. Komxebata di roja duemîn de berdewam dike.    Li navçeya Sûrê ya Amedê ji aliyê 9 partiyên siyasî ve di çarçoveya "Xebata Tifaqa Kurdistanî" de duh "Komxebata Yekitiya Neteweyî" hatibû destpêkirin. Komxebata ku li Otelê duh hat destpêkirin îro jî bi tevlibûna Heveroka KCD'ê Leyla Guven, Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî, TJA, siyasetmedar Ahmet Turk, DDKAD, HDP, PÎA, KKP, PDK- Bakur, PDK-T û Nûnerê Partiya Azadî û gelek nûnerên saziyên sivîl berdewam dike.    Komxebata ku duh piştî axaftina vekirinê ji çapemeniyê re girtî hat berdewam kirin îro jî berdewam dike. Piştî komxebat bi dawî bibe li bendê ye ku encamnameya komxebatê bê aşkerkirin.