Li Stenbolê tundiya mêr: Du jin hatin kuştin du jin jî birîndar bûn 2020-01-19 13:29:53   STENBOL - Li Şîşliyê mêrekî nasnameya wî ne diyar du jin bi çekê birîndar kirin. Li Qadikoyê jî mêrê bi navê Tahsîn Yuksekova, jina bi navê Seyhan Yuksekova û dayika wê Zulfiye Yuksekova qetil kirin.    Li navçeya Şîşlî ya Stenbolê mêrekî ku nasnameya wî nehat tespîtkirin, du jin birîndar kirin. Li ser agahdarkirina kesên derdorê polî û tîmên tendirustiyê hatin cihê bûyerê. Kiryarê bûyerê û keskî din ê pê re ji cihê bûyerê reviyan, jinên hatin birîndarkirin jî rakirine nexweşxaneyê. Hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.    Li navçeya Kadikoy a Stenbolê jî Tahîsîn Yuksekova, jina pê re zewicandî Seyhan Yuksekova û dayika wê Zulfiye Yuksekova qetil kirin. Kiryar ji cihê bûyerê reviya û li ser agahdarkirina kesên li derdorê polîs û tîmên tendirustiyê sewkî cihê bûyerê hatin kirin. Du jinên ku bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê li heman nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan.    Li gorî agahiyên haitn bidestxistin hat îdakirin ku kiryarê bûyerê li Ataşehirê bi çeka ku pê re bû hatiye binçavkirin. Hat aşkerakirin ku kiryarê bûyerê berê jî sûcên wekî birîdarî , tehdtî heqaret û ji ber ku çek bê ruhst li ser xwe gerandiye sabikaya wî heye.