'Yekitiya neteweyî ji bo kurdan gelek girîng e' 2020-01-19 12:00:08   AMED - Jinên ku duh di "Komxebata Yekitiya Netweyî"  de cih girtin wiha gotin: "Şerê li Rojava hemû kurd bi carekê re rakirin ser piyan û vê jî girîngiya yekitiya neteweyî careke din li ber çavan raxist."   Duh li Amedê bi tevlibûna 9 rêxisitnên siyasî yên kurd  "Komxebata Tifaqa Kurdistanî" ku wê du rojan berdewam bike hat destpêkirin.  Di komxebatê de bal hat kişandin ser girîngiya yekitiya netweyî ya ji bo kurdan û jinên ku tevli komxebatê bûn diyar kirin ku komîsyonên ji bo pêkanîna yekitiya netweyî hatine avakirin wê erka dikev sermilên wan demildest bi cih bînin.   'Armanca me ku em li çar parçeyan yektiye pêk bînin'   Endama Platforma Yekitiya Jinên Kurd Duysal Karataş bal kişand ser armaca komxebatê û wiha got: "Armanca me ku bi taybetî li bakur li çarparçeyên Kurdistanê em yekitiya xwe ava bikin.  Ev hesabê ku divê em bidin gelê xwe ye. Di sala 2017'an de jinên  kurd derbarê yekitiya netweyî de kongereya xwe li dar xistin. Di vê çarçoveyê de de em careke din di 21'ê  Kanûna 2019'an de hatin gel hev û me encamek bi dest xist.  Me di Platforma Yekitiya Jinên Kurd e koordînasyon û komîsyon ava kirin. Di vê çarçoveyê de wê her komîsyon tişta bikev ser milên wan pê bîne û xebatên ji bo yekitiya netweyî leztir bike. Herwiha di komxebata ku me pêk anî de me di serî de kurd niqaş kirin û me got divê kurd bibin yek. Divê em hesabê kesên ku naxazin em bên gel hev bikin û li gorî wê yekitiya xwe pêk bînin. Em xebata xwe li 4 parçeyên Kurdistanê bi rêve bibin."   'Ev yekitî ji bo kurdan girîng e'   Celîle Babaoglu ya ku li ser navêê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) tevli komxebatê bû jî wiha got: "DI sla 2013'an de pergala hevserokatiyê jî di nav de me gelek xebatên girîng kirin.  Lê ji ber zîhniyeta netewdewletê, siyaseta cuda bike, parçe bike û rêvbe bibe ev xebat nîvco ma. Lê pişî êrîşên li ser Rojava yekitiya neteweyî careke din girîngiya xwe diyar dike. Şerê li Rojava hemû kurd bi carekê re rakirin ser piyan û vê jî girîngiya yekitiya neteweyî careke din li ber çavan raxist."