Xizmên Windayan aqûbeta Gulîstan Dokû pirsîn 2020-01-18 16:12:45   AMED - Xizmên Windayan, di çalakiya xwe de aqûbeta xwendekara zanîngehê Gulîstan Dokû pirsîn û gotin: “Ji bo dîtina Gulîstanê lêpirsînek kûr nayê kirin. Walîtî bi biryara qedexekirinê, dixwaze ser bûyerê bigire.”    Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê, çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 571’emîn de li pêş şaxa ÎHD'ê ya Amedê li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên kesên kesên winda hatin hilgirtin. Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytûn, di çalakiyê de axivî û wiha got: “Polîtîkayên ne cezakirina faîlên windayan bi rêve dibin. Ji heqîqetê ditirsin. Ev jî aştiya civakî asteng dike.”   Zeytûn, da zanîn ku heta edalet bê bi cih anîn ew ê bi dayikan re têkoşîna xwe dewam bikin û wiha bilêv kir: “Em gerînendeyê giştî yê Rojnameya Agos Hrant Dînk ê di 19’ê çileya 2007’an de hat kuştin bi bîr tînin. Faîlên wî li ber çavan Dînk kuştin û bi awayekê pergalî ji nava me veqetandin. Heya 13 salan faîlên wî yên rast nehatin dîtin û bi şêweyê şeklî darizandin kirin. Lê me şopdarê doza wî bin û em ê têkoşîna jiyana wî bi hev re berdewam bikin.”   Zeytûn, bal kişand ser doza xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût ê di Newroza 2017’an a Amedê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin û wiha domand: “Di hefteya derbasbûyî de danişîna Kûrkût hat dîtin. Me dît ku mudaxileyê doza Kûrkût tê kirin. Di hemû bûyerên hêzên ewlekariyê sûcdar û faîlîn de, polîtîkayên ne cezakirinê tên bi rêve birin. Yekîneyên darazê, ji bo parastina hêzên ewlekariyê, hemû daxwazan bi cih tînin. Vê yekê bi awayekê şênber dike.”   Zeytûn, aqûbeta xwendekara zanîngehê Gulîstan Dokû ya li Dersimê winda bû û 13 roj in agahî jê nayê girtin pirsî û xwest lêkolînek bi bandor bê birêvebirin. Zeytûn, da zanîn ku ew ê şopdarê bûyera Gulîstanê bin.    Dûre endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Hasan Yalçin, çîroka Mehmet Zekî Yilmaz ê di 26’ê sibata 1994’an de, li navçeya Gever a Colemêrgê hat înfazkirin xwend.    Piştî axaftinan 5 deqeya çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.