Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin 2020-01-18 12:52:07   STENBOL - Serdozgerê Komarê yê Bûrsayê, serlêdana malbatan a ji bo ku biçin Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ziyaret bikin, red kir.   Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê, ji bo biçin Îmraliyê û xizmên xwe ziyaret bikin, serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Dozgeriyê serlêdana birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan; Mehmet Ocalan û vasiyê Ocalan Mazlum Dînç red kir.   Serdozgerê Komarê yê Bûrsayê serlêdanên birayê Omer Hayrî Konar, Emîn Konar, birayê Hamili Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysi Aktaş, Melihe Çetin û keça wê Eylem Çetin jî, red kir.    Dozger, bi hinceta “Qanûna Ewlekarî û Cezayê Hejmara 5275’an” û “Sînordarkirina mafê hikumxwaran” daxwazên malbatan ên hevdîtinê red kir.   Girtiyên siyasî Omer Hayri Konar û Veysi Aktaş, ku wekî Sekreterya çûn Îmraliyê û şûnde di 15'ê Adara 2015'an de bi malbatan re hevdîtin kiribûn. Hamili Yildirim jî piştî çû Îmraliyê di 15'ê Tîrmeha 2015'an de bi malbatê re hevdîtin kiribûn. Girtiyan piştî wê demê tenê di 5'ê Hezîran û 12'ê Tebaxa 2019'an de çûn Îmraliyê û wekî din hemû serlêdanên wan hatin redkirin.