‘Xebata Yekitiya Neteweyî' dest pê kir 2020-01-18 11:33:49   AMED - Xebata Tifaqa Kurdistaniyan ya ku nexşeya Yekitiya Neteweya Kurd diyar bikin dest pê kir. Xebatê bi daxuyaniya hevpar dest pê kir. Di daxuyaniyê de gotin “Bi Tifaqa Netewî em ê bi ser kevin. Pêşeroj ya gelê me ye û ya me ye."   Xebata Tifaqa Kurdistaniyan ku bi tevlîbûna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û 8 partiyên Kurd kom bûn dest pê kir. Xebat dê 2 rojan berdewam bike û di niqaşan de Nexşeya Yekitiya Neteweya Kurd diyar bikin. Di civîna xebatê de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Hevserokên Giştî yên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayîndir, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, Nûnerên Komeleya Şoreşgerên Kurd ên Demokrat (DDKD), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Platforma Demokratên Kurd-Bakur (PDK-Bakur), Partiya Azadî, Partiya Demokrat a Kurdistan -Tirkiye (PDK-T), Tevgera Azadî û Hevserokê Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî amade bûn.    Komxebatê di pêşkeşiya Ayşe Gokhan, Murat Bozdemîr û Naîm Sabrîoglu dest pê kir. Xebatê bi daxuyaniya hevpar dest pê kir. Daxuyanî bi sê zimanan hat xwendin. Bi zaravayê Zazakî Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, bi kurmancî Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek, bi tirkî jî Endamê meclîsa PDK-T Ozan Kardaş xwend.   Daxuyaniya hevpar a xebatê wiha ye:   Geşedanên li Lîbya û pirsgirêkên ku di navbera Îran û Amerîkayê de hatin jiyîn, mixabin li asoyê de dide xwiyakirin ku dê şerê li herêmê zû bi zû neqede. Di navenda şerê ku 30 salê tê jiyîn de erdnîgariya Kurdistanê heye. Dema ku mirov di salên dirêj de li bûyerên pêvajoyê de dinihêre, dibîne ku hemû geşedan bandora xwe di warê leh û aleyhê deskeftî û siyaseta Kurdan de dike. Di nava hesabê mezin ê li ser herêmê ku di navbera hêzên kurevî û herêmî pêk tê de; dibe ku gelê me û siyaseta wê di navberê de bimîne û bielciqe. Nemaze dibe ku deskeftiyên xwe hê mezintir jî bike. Yanî di serî de ji bo parastina deskeftiyên Herêma Federal a Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Bakûr Rojavayê Sûriyeyê, Welatê xwe û ji bo parastina deskeftiyên di warê têkoşîna azadiya Netewî de hatine bidestxistin bên mezinkirin û mayînde kirin pêdivî teqez bi avakirina tifaqa Netewî heye.   Tifaqa Netewî; ji bo rawestandina êrîşên bênavber ên bêhiqûqî ku li dijî siyaseta rewa, demokratîk û sivîl ku li Bakûrê Kurdistanê pêk tê û tayînkirina qeyûman a li şûna Şaredariyên ku ji hêla gel ve hatine hilbijartin jiyanî ye.   Tifaqa Netewî; ji bo têkoşîna gelê me ya ku bi zor û zehmetiyan hatiye dayîn û di nav raya giştî ya cîhanê de tê hezkirin û sempatiyek mezin girtiye mifteye!   Tifaqa Netewî; Ji bo bangawaziya ‘Êdî Bes e, Roj Roja Yekîtiya Netewî ye’ ya gel ê me, Seydayên me, Rewşenbîr û Jinên me bersiva herî bi watedar e!   Di nava vê atmosfera diyarde, pêvajo û bangawaziyê de; Ji bo Tifaqa Netewî roj, roja gav bi gav biçûk kirina cûdahiyên xwe û mezinkirina hevparbûna ne. Roj roja, pêşî avakirina Tifaqa Netewî ya li Bakûr û paşê jî ji bo mezinkirina Kongreya Netewî ye! Roj roja şikenandina bûzên cemidandinê yên di navbera me û hilweşandina dîwarên şerê cemedê ye! Roj ne roja aliqandina paşerojê hedefgirtina pêşerojê ye.    Roj roja; bi tevahî hêzên xwe meşa polîtîk a bihev re û paşê di rêya ku tê meşandin de pêkanîna peyvira rexnekirinê ye. Em dibêjin haydê! Em dê Tifaqa Netewî bi serxin an em dê bi serxin! Bijarteyek me ya din tune ye! Ji ber vê yekî em dê lez nekin. Em dê bihev re pêşî plan bikin û paşê bi hev re û ya girîng jî em dê bi gel ê xwe re vî karî baş bikin! Em dibêjin haydê! Pêşî em li Kurdistanê bi berfirehiya herî mezin tifaqa Netewî ya Demokratîk ava bikin û paşê, li Tirkiye bi hêzên demokratîk, bi berfirehiya herî mezin yekîtiya hêzan armanc bikin!   Bi Tifaqa Netewî Em dê Biserkevin! Pêşeroj Ya Gel ê me, Ya Me Ye!"