'Bavê min ji qehra dewleta tirk jiyana xwe ji dest da' 2020-01-18 09:04:47   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Helîmê Ebûd ku tevî malbata xwe li gundê Um El-Kêfê dijiya diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta tirk ên li ser xaka wan bavê wê ji qehra jiyana xwe ji dest da.    Êrîşên dewleta tirk ên li ser xaka Bakurê Sûriyeyê bi taybet ên li ser gundên girêdayî navçeya Til Temirê, bû sedema ku gelek kes jiyana xwe ji dest bidin û negihêjin mirad û xeyalên xwe yên di zaroktîyê de neqişandine.   Helîma Ebûd a ji gundê Um El-Kêfê ye, tevî malbata xwe ya ku ji 8 kesan pêk tê di bin dengê topên dewleta tirk de dijîn.   'Dagirkerî dibe sedema mirin û nexweşiya gelek kesan'    Helîmayê di destpêkê de bi lêv kir ku ji ber êrîşên dewleta tirk bi sedan gel neçarî koçberiyê bûn û wiha dom kir: "Êrîş û dagirkeriya dewleta tirk a dagirker bû sedema bi sedan gel di vê zivistanê de koç bibin û li stargehekê bigerin. Di êrîşê de gelek kes ji ber qehra dilê xwe bi nexweşiyên dil, tansiyon û gelek nexweşiyên din ketin. Taybet zarok û kesên temenmezin."   'Ne tenê ax e, hebûn, dîrok û nasnameya me pênase dike'   Helîmayê anî ziman ku ev axa ya dapîr û bapîrê wan e û ew ê dev jê bernedin û wiha domand: "Ev ax ne tenê axa me ye, rûmet, hebûn û dîroka me pênase dike. Em hemû gel yek in. Dema ku em koç bûn aşûriyan deriyê xwe ji me re vekirin. Niha di bin dengê tank û topan de em dijîn."   'Bavê min ji qehra dewleta tirk jiyana xwe ji dest da'   Helîmayê diyar kir ku bavê wê ji qehra dewleta tirk jiyana xwe ji dest da û got: "Bavê min ji qehra êrîş û topbarana dewleta tirk a li ser gund jiyana xwe ji dest da û me nikarîbû bi roj wî bibira goristana gund. Me nikarîbû konê şînê vedin û gel jî nikare ji derve were sersaxiyê bixwaze. Jinên gund hatin mala me û sersaxî xwestin, kêm zêde dikarîbûn êşa me sivik bikin."   'Bila dagirker derkevin'   Helîmayê di dawiyê de daxwaza xwe wiha anî ziman:"Pêwîst e ku dagirker ji axa me derkeve. Em dixwazin wekî berê li ser axa xwe bi aramî bijîn."