ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2020'Î 2020-01-18 09:00:00   * Beramberî pêşketina dermanên modern dermanê xwezayî hêj jî hebûna xwe diparêze. Berîvan Karakaş a ku li dikana aktar dixebite bal kişand ser girîngiya giya û baharatan û got: "Di aliye dermanên xwezayî de jin bêhtir xwedî zanist in. Di nav civakê de hejmara nexweşê nexweşiyan gelek bûne. Mirov bi zanîstî giya û baharat bi kar bîne dê feydeyên wê bibîne." BI DÎMEN   *Li Wanê 3 walî guherîn lê qedexeya  çalakî û şahiyan li bajêr 3 sal in bê navber didome. Nûnerên partiyên siyasî bertek nîşanî dirêjkirina qedexeyan dan û gotin ku dewlet ji gelên rêxistinkirî ditirse û bi qedexeyan dixwazin dengê gelê Wanê qut bikin. BI DÎMEN   *Helîmê Ebûd ku tevî malbata xwe li gundê Um El-Kêfê dijiya diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta tirk ên li ser xaka wan bavê wê ji qehra jiyana xwe ji dest da.  BI DÎMEN   * Egît Şaşmaz yê li Nisêbînê jina bi navê B.Y bi mirinê tehdîd kir û tecawiz kir, bêyî girtî tê darizandin.