Tecrîd sûcekî mirovahiyê ye 2020-01-17 16:04:33   MEXMÛR - Li Mexmûrê ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin daxuyanî hat dayin.   Gelê Kurd bi salane li welat û derveyî welat ji bo şikandina tecrida li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di nava çalakiyan de ne.Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin daxuyanî hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Meclîsa Zarokan ve li Weqfa Jinan hat dayin. Di destpeka daxuyaniyê de ji bo tevahî cangoriyên azadiyê deqeyêk rêz hat girtin.  Daxuyani ji aliyê Rêvebera Meclîsa Zarokan Çigdem Oren ve hat xwendin.    'Ger civakek zarokên wê ne rêxsitinkirî be, di wê civakê de rastî nayên peydakirin'   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em wek zarokên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî  di destpekê de Rêber Apo weke vîna xwe ya ramyarî dibînin. Ger civakek zarokên wê ne rêxsitinkirî be, di wê civakê de rastî nayên peydakirin. Ji ber ku zarok hebûna rastiya civakê ne. Bi taybet rêxsitinkirina zarokan ji her civakê zêdetir, ji bo zarokên civaka Kurd pêwîst e.   ‘Li hember vê tecrîdê raweste û dengê xwe bilind bike’   Em weke zarokên civaka kurd yên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî, li ser dirûşmeya Rêber Apo, xwe bi rêxistin dikin. Em weke Meclîsa Zarokên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî; tecrîda li ser Rêber Apo wekî tecrîda li ser xwe dibînin. Bi vê boneyê em, weke Meclîsa Zarokên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî, vê tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin û dibêjin tecrîd sucekî mirovahiyê ye. Em banga hemû raya giştî û bi taybet gelê Kurd dikin ku li hember vê tecrîda li ser Rêber Apo, raweste û dengê xwe bilind bike."   Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî Rêber Apo","Bijî Zarokên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî" bi dawî bû.