Komxebata 'Yekitiya Netweyî' sibe li Amedê dest pê dike 2020-01-17 14:38:45   AMED - Li Amedê “Komxebata Yekîtiya Neteweyî” ku dê bi rojeva yekîtiya neteweyî bê lidarxistin sibê dest pê dike.    Li Amedê Xebata Tifaqa Kurdistanî ku ji aliyê 10 partî û tevgerên kurd ve pêk tê dê sibê “Komxebata Yekîtiya Neteweyî” ku 2 rojan dom bike li dar bixe. Komxebat dê li Demîr Otela li navçeya Sûra Amedê saet di 09.00’an de dest pê bike. Di komxebatê de dê li ser  bingeha fikr û ramanên yekîtiyê niqaş bên kirin.      Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk (HDP) Sezaî Temellî, serok û nûnerên partiyên Kurdistanî û tê payîn ku di ser sed kesî re nûnerên partî, komele û tevgeran beşdarî komxebatê bibin.    Mijarên komxebatê   Di rojeva yekemîn a Komxebatê de ji bo modela tifaqa neteweyî ya mayînde dê li ser mijarên wek “Meclîsa neteweyî an?”, “Kongre an?” ango “Eniya demokratîk an?” gengeşe were kirin û li bersiva van pirsan bigerin.    Di rojeva duyem a komxebatê de jî wê li ser di rêya mayîndekirina tifaqa neteweyî de hevpariya di nirxên neteweyî de pêk were jî dê bê nîqaşkirin.   Di rojeva sêyemîn a Komxebatê de jî Xebata Tifaqa Kurdistanî li dijî êrişên ser destkeftiyên kurdan de nexşerêya xwe diyar bike.    Piştî axaftina vekirinê Komxebat dê ji çapemeniyê re girtî dewam bike. Encamnameya komxebatê dê di saetên êvarê roja Yekşemê bi raya giştî re were parvekirin.    Partiyên di komxebatê de cih digirin   Partî û rêxistinên di Komxebatê de cih digirin wiha ne: Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Şoreşgerên Kurd ên Demokrat (DDKD), Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Platforma Demokratên Kurd-Bakur (PDK-Bakur), Partiya Demokrata Kurdistan – Tirkiye (PDK-T), Tevgera Azadî û Partiya Azadî.