Platforma Jinê ya Edeneyê: Em ê dev ji pirsa 'Gulîstan Doku li ku ye' bernedin 2020-01-17 14:17:28   EDENE - Platforma Jinê ya Edeneyê ji bo Gulistan Doku ya ku ev 13 roj in windaye daxuyanî da. Platforma Jinê ya Edeneyê wiha got:" Em ê dev ji pirsa 'Gulîstan Doku li ku ye' bernedin."   Platforma Jinê ya Edeneyê ji bo Gulistan Doku ya ku ev 13 roj in windaye li Heykelli Parkê daxuyanî da. Gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Li qada daxuyaniyê pankartên bi nivîsên "Gulîstan Doku li ku ye?","Bijî piştgiriya jinê" hatin vekirin. Her wiha dirûşma "Jin jiyan azadî" hat berzkirin. Li ser navê platformê Parêzer Zelal Demiray axivî. Zelalê da zanîn ku divê demildest aqubeta Gulîstanê bê diyarkirin. Di heman demê de Zelalê bertek nîşanî astengiya walîtiyê ya mîtinga ew ê ji bo Gulistanê bihata lidarxistin, da.    'Divê aqubeta Gulîstanê bê diyarkirin'   Zelalê wiha dewam kir:"Berî Gulîstan winda bibe bi Zaynal Abakarov re hevdîtin kiriye û nîqaş kirine. Her wiha piştî ku Gulistanê winda bûye şûnde Zaynal ji karê xwe veqetiyaye û hatiye hînbûn ku zirbavê Zaynal lawê polîsê li Emniyeta Dêrsimê dixebite. Divê aqubeta Gulîstanê bê diyarkirin. Heta ku bê diyarkirin em ê dev ji pirsa 'Gulîstan Doku li ku ye' bernedin."