Walîtiya Şirnexê piştî bi rojan derbarê malbata winda de daxuyanî da 2020-01-17 11:46:27   ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê ji bo Hurmuz û Şimonî Dîrîl ên hevjînên hev ku agahî ji wan nayê girtin bi 7 rojan daxuyanî da û diyar kir ku xebata lêgerînê dewam dike.    Hurmuz (71) û Şimonî Dîrîl (65) ên hevjînên hev ku li gundê Mehrî yê bi ser navçeya Elkê ya Şirnexê ve bûn ji 11’ê çile ve agahî ji wan nayê girtin. Walîtiya Şirnexê piştî 7 rojan têkildarî agahî negirtina malbata Dîrîl daxuyanî da û ragihand ku li herêmê bi beşdariya leşkeran xebatên lêgerînê didomin.     Kurê malbatê Remzî Dîrîl ê Keşeyê Dêra Keldanî ya Stenbolê ye û têkildarî mijarê duh ji Ajansa Mezoptoamyayê re axivîbû diyar kiribû ku dayik û bavê wî hatine revandin û dozger derbarê vê yekê de lêpirsîn daye destpêkirin. Remzî Dîril diyar kiribû ku 5 roj in bi piştevaniya xelkê herêmê xebatên lêgerînê didomînin.