'Neçîra Pîrebokan îro jî didome' 2020-01-17 09:07:07   Hîkmet Tunç   WAN - Endama Meclîsa HDP’ê Ayşe Berktay diyar kir ku êrîşa li dijî jinan dişibe ‘neçîra pîrebokan’ û got: “Jinên ji daxwaza azadiyê re pêşengiyê dikin her tim dibin hedef. Jinên serî hildidin û ava dikin dibin hedef.”   Endama Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), nivîskar û wergervan Ayşe Berktay, têkoşîna jinan a mezin bûye û êrîşên pergala serdest ya mêr nirxand. Ayşe da zanîn ku di şerê li Sûriyeyê tê jiyîn de jin û zarok dibin hedefa êrîşan û her wiha jin wek kole li bazaran tên firotin. Ayşeyê wiha got: “Dibistan hatin bombebarankirin. Nexweşxane hatin bombebarankirin. Li malan, li baxçe û kolanan gelek zarok mirin. Halep û Îdlîb hem ji aliyê rejîmê ve hem jî ji aliyê Amerîkayê ve hat bombebarankirin û gelek zarok hatin qetilkirin.”   ‘Di roja îro de hîna ‘neçîra pîrebokan’ didome’   Ayşe êrîşên li hember jinan û hedefgirtina jinan şiband dema ‘neçîra pîrebokan’ û wiha pê de çû: “Bi çavsoriyeke mezin êrîşê bedena jinan tê kirin, ev çi tîne hişê mirovan gelo? Pîrebokên ku dihatin girêdan û şewitandin, tîne hişê mirovan. Di dema ‘neçîra pîrebokan’ de ya Serdema Navîn de tenê bedena jinê nehat şewitandin. Dihat parçekirin, qelaştin. Li deverên cuda yên cîhanê teşeyên cuda hatin bikaranîn. Pîrtûkên ku vê îşkencê vedibêjin hene. Bi sedsalane ev qetilkirin pêk tên. Li hember jinan neçîra pîrebokan pêk tê. Îro jî hina li Afrîkayê hinek bi sûcdariya pîrebokê tên qetikirin. Li Kendya û Kongo jî heman tişt hene.”   ‘Pergala serdest li dijî jinan hêrs bû’   Ayşeyê got îro jî li dijî jinan kuştin bi awayekî sîstematîk didome û got: “Vê carê jinan bi têkoşîna li dijî van êrîşan sûcdar dikin. Li Sûriyeyê jin bi ‘pîrebokiyê’ ne, bi meşandina têkoşînê hatin sûcdarkirin. Ji ber jinan têkoşîna pergaleke alternatîf didan. Ji ber vê jî hêrsa pergala serdest ya mêr li dijî vê zêde bû. Yanî em dikarin bêjin ku neçîra pîrebokan didome. Jinên pêşengiya jiyaneke nû dikin, hedef tên girtin.”   ‘Di pergala alternatîf de rola jinan girîng e’   Ayşeyê destnîşan kir ku jinên Kurd li Rojhilata Navîn rolekeke pêşeng dilîze û bi biryar, pêngav û polîtîkayên dimeşînin di siyaseta Rojhilata Navîn de gelek bi bandore û wiha dom kir: “Hêzeke kolektîf heye. Lingekî girîng yê vê pergalê ava dikin. Lê hêzên emperyalîst, naxwazin ev pergala ku bi pêşengiya Kurd û jinên Kurd tê avakirin, bilind bibe. Di pergala alternatîf de rola civakî û rêxistinkirî ya jinan gelek girîng e. Jin dizanin ku civakek çawa dixwazin. Jin ne şexsî, ji bo civakîbûnê ji ser civakîbûnê tevdigerin. Jin dizanin ku bi hev re xurtin û ji bilî têkbirina pergala serdest ya mêr riyeke din tune. Ji ber vê jî jin her tim dibe hedefa çeteyên çavsor, DAIŞ û rêxistinên selefî.”   ‘Çanda lînçê ava kirin’   Ayşeyê di şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, sedema hedefgirtina bedena jinê jî nirxand û got ev bi armanca ‘çavtirsandinê’ tê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi êrîşan dixwazin jinan şûnde bixînin û wan bitirsînin. Berê jî wisa kirin; serê wan jêkirin, zindî şewitandin, li bazarên koleyan firotin, wêneyên wan kişandin û belav kirin. Vê jî bi armanca têkbirina têkoşînê dikin. Bi serdsalan berê jî ji bo pîrebokan wisan kirin. Ev li gorî min hovîtiyek, nefret û kîneke mezin e. Vê bi awayekî sîstematîk dikin ku çanda lîncê ava bikin. Li Tirkiyeyê jî êrîş li dijî jinan zêde bûye û dîsa bi heman armacê ev êrîş pêk tên. Jinên ji daxwaza azadiyê re pêşengiyê dikin her dim dibin hedef. Jinên serî hildidin û ava dikin dibin hedef.”   ‘Li Tirkiyeyê jin dizanin ku wê bi hev re mezin bibin’   Ayşeyê got divê jin li dijî zîhniyeta serdest ya mêr bi hev re têbikoşin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em jinên Kurd û Tirk bi hev re dixebitin. Em bi êrîşan re rûbirû ne. Dixwazin bi HDP’ê li jinan bixin. Lê jin vê baş dizanin. Li Tirkiyeyê jin dizanin ku yekitî û ligel hev cihgirtin wê wan mezintir, têkoşîna wan bilindtir bike. Jinên Kurd û Tirk dizanin ku wê bi hev re mezin bibin. Divê di heman demê de em di têkoşîna siyasî de jî cih bigirin.”