Nurcan Bakir bi tilîliyan hat oxirkirin 2020-01-16 15:15:41   MÊRDÎN - Nurcan Bakir a ku 28 sali in di Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Burhaniyeyê de bû ji bo şermezarkirina zextan dawî li jiyana xwe anîbû. Nurcanê bi tilîliyan li gundê ku lê ji dayik bû hat oxirkirin.   Nurcan Bakir a ku 28 sali in di Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Burhaniyeyê de bi armanca şermezarkirina polîtîkayên çewisandinê yên girtîgehan dawî li jiyana xwe anîbû. Nurcanê li Gundê Haciya yê Mahserta Mêrdînê bi tilîliyan hat oxirkirin. Jandarmayê gel ji GBT'ê derbas kir. HDP, TUHAY-DER beşdarî merasîma cenaze bûn.    Jinan bi tilîliyan darbesta Nurcanê girtin ser milên xwe   Jinan darbesta Nurcanê hilgirtin û bi dirûşmên  "Şehîd namirin" û "Bijî berxwadana jinan" ew oxir kirin. Di dema oxirkirinê de kêliyên hestiyar hatin jiyîn.    'Ev têkoşîn ew ê heta dawî bidome'   Hevseroka  HDP'ê ya Mêrdînê Perihan Agaoglu wiha got:"Îro em dibînin li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn çawa zilim li gelê kurd tê kirin. Em jin serbilin din. Ev têkoşîn ew ê heta dawî bidome."   Dê malbat şînê li Edeneyê jî dîne.