'Jin di daxwaza aştiyê de israr dikin' 2020-01-16 12:39:07   ENQERE - Meclisa Jinan a HDP'ê ya Bajarê Enqereyê  bertek nîşanî binçavkirina siyasetmedarên jin da û got: "Jinên ku qada siyaseta demokratîk bi kar tînin di daxwaza xwe ya aştiyê de bi israr in."   Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bajarê Enqereyê, derbarê endamên xwe yên ku duh li Enqeryê hatin binaçavkirin de civîn ji çapemeniyê re li dar xist. Di civîna ku Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Enqeryê hat lidarxisitn de Berdevka Bajêr ya Meclisa JInan a HDP'ê Turkan Demîr axivî.    'Hedefgirtina jinan nayê qebûlkirin'   Turkan diyar kir ku binçavkirina endamên wan beriya Konferansa Navendî ya Jinê ku wê di 18-19'ê mehê de bê lidarxistin balkêşe, armanc astengkirina konferansê ye û wiha berdewam kir: "Di van rojên ku her roj jin tên kuştin û kuştina wan nayê astengkirin, kujerên jinan tên parasitn, mêr bi rêya rewşa baş tên beraetkirin de, dewleta ku xwedî erka divê Gulîstan Doku ya 12 roj winda ye bibîne, jinên siyasetmedar hedef digire. Em van polîtîkayên tundî û çewisîner qebûl nakin."    'Em van polîtîkayan qebûl nakin'   Turkan, di dewama axaftina xwe de bal kişand ser tuniya li jinê û wiha got: “Em van zext, binçavkirin û polîtîkayên teslîm girtinê qebûl nakin. Jinên ku di qada siyaseta demokratîk de cih digirin, wê israra xwe ya di aştiyê de dewam bikin. Wê aştiya li ser vê axê bi jin û gelan pêk bê.”   Turkan wiha dawî li axafitna xwe anî: "Duh li navenda Enqerê operasyon hatibû lidarxistin û di çarçoveya operasyonê de endamên Meclîsa Jinê ya Enqerê Zelîha Unlu, Lale Ekmen, Remziye  Guçlu, endama Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Husniye  Kat, Dayika Aştiyê Gulîstan Ozgen, Hacar Ozmen û Rûken Şen hatibûn binçavkirin."