Melikeya hat qetilkirin bi tundiyê re rûbirû dima 2020-01-16 11:12:50   Berîtan Canozer   AMED - Hat aşkerakirin ku Melîke D. ya li semta Gazîler a Peyasê ji aliyê Gokhan D. ve  hat qetilkirin berî bi 6 rojan mal terk kiriye.  Kiryar Gokhan D. jî hîna nehatiye girtin.    Li semta Gazîler a navçeya Peyasa Amedê berî bi çend rojan mêrê bi navê Gokhan D. jina pê re hatibû zewicandin Melîke D. qetil kir. Hat diyarkirin ku Gokhan D. piştî Melîkeyê qetil kiriye reviya ye û Melîke jî berî bi 6 rojan ji ber tundiya lê hatiye kirin mal terk kiriye. Melîke ya ku ji ber tundiya fîzîkî û psîkolojîk mal terikandibû li gorî agahiyên kesên bûne şahidê bûyerê hat diyarkirin ku li ser banga bi telefonê ya Gokhan D. ji bo pê re hevdîtinê bike careke din hatiye malê.    'Melîke ji ber tundiya lê dihat kirin zêde dernediket derve'   Cîraneke melîkeyê ku ji ber ewlehiyê navê xwe neda wiha got: "Melîke sal û nîveke li vê sîteya em lê ne rûdinê lê kesek zêde wê nas nake. Zêde dernediket derve. Tenê bi cîranek du cîranan re li ser piyan sohbet kiriye. Melîkeyê carekê di wan sobetên xwe de gotiye, 'Hevjînê min gelek hesûd e, em her niqaş dikin û ji ber wê zêde nikarim derkevim derve'.  Du zarokên wê hene, yek jê diçe dibistanê yê din jî hîna biçûke.  Cenazeyê Melîkeyê du rojan li malê maye.  Ji xwe Melîke ne li malê bû, berî bi 6-7 rojan mal terk kiribû.  Li mala xizmeke xwe dima. Duh êvarê xesiya wê jî polîsan re digot. Lawê wê bi telefonê li Melîkeyê geriyaye. Gotiye 'wer em li hev bên' û jinik xapandiye aniye malê. Belkî jî pilanê kuştinê berê kiribû.  Xesû piştî agahiyê ji lawê xwe nagire tê ber derî. Pişîtî derî nayê vekirin, gazî polîsan dike.  Polîsan di serî de derî şikand û piştî ku cenaze dîtin jî ji bo cenaze daxînin gazî agirkujê kiirn. Xebatkarên agirkujê di pacê re cenaze derxistin."   'Her roj jinek tê qetilkirin'   Ji cîranan S.Y. jî wiha got: "Jinik kuştiye, derî jî li ser girtiye û çûye. Wicdanê wan nemaye.  Her roj jinek tê kuştin .Çi dixwazin?  Ger ku hûn bi jinekê re nikarin li malekê bijîn nezewicin.  Ji ber ku em ewqas nûçeyên kuştina jinan dibihîzin û dixwînin psîkolojiya me xira bûye."   Herwiha hat ragihandin ku telefona Melîkeyê jî li malê şikandî hatiye dîtin û ji bo ku li ser lêkolîn bê kirin polîsan biriye. Lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike û hîan kiriyar jî nehatiye girtin.