'Gelo hevala me Gulîstan li ku ye?' 2020-01-16 09:21:08   Rengîn Azîzoglu   DÊRSÎM  - Hevalên Gulîstanê yên zanîngehê diyar kirin ku heta hevala wan neyê dîtin wê têkoşîna xwe bidomînin û gotin: “Wek Gulîstanê bi dehan bûyerên wisa hene. Ev mijarek mirovahî û wijdaniye. Divê em jin bibin yek. Ji bilî me jinan, tu cihekî ku em lê bisitirin tune.”   Xwendekara pola duyemîn a Beşa Pêşketina Zarokan a Dibistina Bilind ya Pîşeya ya Zanîngeha Mûnzurê, Gulîstan Doku ev 12 roje agahî jê nayê girtin. Li aliyekî xebatên lêgerînê didomin û li aliyê din jî çalakiyên xwendekarên zanîngehê didomin. Hevalên Gulîstanê, Mizgîn Tekîn û Seher Alkin diyar kirin ku heta Gulîstan neyê dîtin wê dengê xwe bilind bikin û gotin wê wek xwendekar heta dawî têkoşîna xwe bidomînin.   ‘Çawa dibe ku li wir kamera tune?’   Mizgîn Tekîn diyar kir ku kesê gumanbar Zaînal Abarakov, li Rûsyayê dibistana harp a leşkerî qedandiye û bavê wî polîs e û got Gulîstan herî dawî bi vî kesî re hevdîtin kiriye. Mizgînê wiha berdewam kir: “Ev hefteyeke tenê li dora Pira Dînarê li hevala me digerin. Saet di 11.20’an de dikeve ber qeydên kameraya mobesayê ya hemberî kargeriya Zaînal û li mînîbusekê siwar dibe. Me ji ajokar pirsî, ajokar dibêje li wê herêmê peya nebûye. Ji nokteya lêpirsîna nasnameya 4’emîn a Tugayê wêde û aliyê Pira Dînarê kamera tune. Wisa dibêjin. Dêrsîm bajarekî ku herî zêde kamera lê hatiye bicihkirinê ye. Çawa dibe li wir kamera tune. Nokteyeke hem nêzî zanîngehê ye hem jî nêzî nokteya lêgerînê ye. Ger hevala me nefiriyabe, wê demê li wir peya bûye.”   'Em hincetan bawer nakin'    Mizgînê bi lêv kir ku ekîba ji Wanê hatiye, diyar kiriye ku Gulîstanê xwe ji pirê de navêtiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xwe avêtibe jî ji ber hişkbûna avê ne pêkane kûr biçe. Av ava bendavê ye, aveke sekinandî û zelal e. Heta 20 metreyî jî daketin lê Gulîstan têde tunebû. Zaînal Abarokov di îfadeya xwe de dibêje Gulîstan herî dawî saet di 11.20’an de dîtiye û li kafeyê nîqaş kirine. Lê heman rojê saet di 16.30’an de hevdîtineke telefonê ya 4 saniyeyî derket holê. Ji operatorê re nivîs hat şandin lê hîna agahî jê nehatiye girtin. Em nizanin ka Gulîstan lê geriyaye an jî ew kes geriyaye. Piştî agahiya windabûna Gulîstanê derket şûnde ew şexs winda bû. Hat gotin ku çûye derveyê welat. Ji bavê wî pirsîn. Bavî wî jî got ‘ji bo diranên xwe çûye Alanyayê û telefona wî xerabeye’. Ev hincetin, em bê bawer nakin. Bila kes nepê ku em ji wan bawer dikin.”   ‘Di nava rojê de em bi dehan carî di GBT’ê de derbas dibin’   Mizgînê destnîşan kir ku ji bo dîtina Gulîstanê ew li pey tiştkî ne û got: “Me ji derdorê der barê Gulîstanê de îtham girtin. Mamosteyên cuda yên ji Gulîstanê hez nedikirin, îtham kirin. Em dixwazin Gulîstan bê dîtin û em teslîmê malbatê bikin. Gulîstan ji Amedê ye û xwendekar e. Berê xwe dane xwendekaran. Hewl didin jinan bixin fihuşê û xwendekaran bixînin. Li Dêrsîmê zextên cidî hene. Li her derê nokteya kontrola nasnameyê heye. Li vî bajarî zexta psîkolojîk heye. Em ji ber wan bi fikarin. Di nava rojê de dema em diçin zanîngehê gelek caran GBT’ê dikin.”   ‘Her roj der barê xwendekaran de îdiayan davêjin holê’   Mizgînê bi lêv kir ku ji bo Gulîstanê daxuyanî dane çapemeniyê û got: “Lê mudaxale kirin. Em wê rojê ji bo Gulîstanê li wir bûn. Lê sedem ne tenê ev bû. İsrar û dirûşmeyên girseyê dihatin fêmkirin. Li dibistanê mijara Cem Tekînoglu hat girtin û li navçeyan gumanbarên îstîsmarê nayên darizandin û ev jî bûye sedema hêrsek mezin. Bûyerên qirêj hene. Em bersiva vê nagirin. Bi zanebûn bi ser xwendekaran de tên. Divê em jin bibin yek û em bi hev bigirin. Ji bilî me jinan, tu cihekî em lê bistirin tune. Divê em ligel hev cih bigirin. Ev mijareke wijdanî û mirovahiye. Gelek bûyerên wisa hene. Divê em tu car bêdeng nemînin.”   ‘Gelo hevala me niha di bin şertên çawa de ye?   Seher Alkin jî got 12 roje xebat didomin lê tu pêşketin tune û got biryara veşariyê ya der barê îfadeya Zaînal de didome û got: “Bajarê ku her derê wê bi kamerayan hatiye tijekirin, der barê Gulîstanê de jî tu agahî tune. Mijareke balkêş e. Dibêjin bi mijarê re eleqederdibin. Lê em vê nabînin. Çend roj berê me ji bo hevala xwe çalakî pêk anî. Hevala me çend roje winda ye. Em hemû ji bo wê li wir bûn. Lê mudaxale kirin. Gelo hevala me li ku ye? Di bin kîjan şertan de ye? Em vê nizanin. Gelo Zaînal bi malbata xwe re hevdîtinê dike? Dibêjin reviyaye derveyê welat. Ger çibe jî çawa çûye? Çima qedexeya derketina derveyê welat a Zaînal tune? Em bersiva pirsên xwe dixwazin.”   ‘Em ê heta dawî têbikoşin’   Seherê daxuyakirin ku windabûna Gulîstanê sînorê sebra wan derbas kiriye û got: “Li Dêrsîmê demek dirêj e bûyerên fihuş û îstîsmarê di rojevê de ne. Di her bûyerê de dixwazin hinek tiştan veşêrin. Tedbîra vê nayê girtin. Ez bawer nakim Gulîstanê întîxar kiriye. Ger wisa be jî ev cînayet e. Gelo çi ew berbi wir bir. Çi bi vê jinê hat kirin? Heta hevala me neyê dîtin em ê li kolanan bin. Em wek xwendekar wê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin.”