Hevserokên sendîkayan: Nan jî nakeve malan 2020-01-16 09:11:05   Rengîn Azîzoglu   AMED - Hevserokên sendîkayan bertek nîşanî mûçeyê asgarî û zemên tên kirin, dan û gotin: “Bêyî ku şerm bikin dibêjin mizgîniya me ji we re heye. Qerfên xwe bi kedkaran dikin. Welatî êdî nikarin hewcedariyên xwe jî bigirin. Hevalên îxrac bûne nikarin nan bibin mala xwe. Ger riyek neyê dîtin wê kaosa aborî zêdetir bibe.”   Mûçeyê asgarîyê ya sala 2020’an wek 2 hezar û 324 lîra û 70 quruş hat diyarkirin. Li aliyê din jî krîza aborî her diçe giran dibe. Hevseroka Şaxa Amedê ya Sendîkaya Xizmetên Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan (TUMBEL-SEN) Yasemîn Noyan û Hevseroka Şaxa Hejmara 2'yem a Amedê ya Sendîkaya Karkerên Xizmeta Giştî ya Tirkiyeyê (Genel-Îş) Hanîfe Kardaş der barê mijarê de axivî.   ‘Nan nakeve malan’   Yasemînê wiha got: “Enflasyon tê aşkerakirin. Behsa rêjeyên ku zarok jî pê bawer nakin, dikin. Ev pereyê tê aşkerakirin beramberê lêçûna bazar û marketê nîne. Li dijî krîza aborî, mûçeyeke asgarîyê ya di sînorê birçîbûnê de tê diyarkirin. Vê jî wek sedeqeyê aşkere kirin. Ne tenê karkerên hatine îxrackirin hemû kes di vê mijarê de pirsgirêkên cidî dijîn. Mûçe roj bi roj dihelin. Mirov nikarin hewcedariyên xwe bigirin. Hevalên me yên hatine îxrackirin nikarin ji bo mala xwe nan bigirin.”   ‘Divê dijhiqûqî bên dawîkirin’   Yasemînê daxuyakirin ku gelek kes ji ber krîza aboarî întîxar dikin û got: “Van întîxaran nabînin û dibêjin ‘me tiştên gelek xweş kirine’. Ev nêzîkatiyeke ne rast e. Bi qedexekirina siyanurê hûn nikarin pêşî li van întîxaran bigirin. Divê çareseriyên mayînde pêk bên. Divê rê û rêbazên ji krîzê bê derketin, bên dîtin. Divê dawî li vê dijhiqûqiyê bê û vegerin demokrasiyê. Ger riyek neyê dîtin wê kaosa aborî mezin bibe.”   ‘Roj bi roj ber bi xerabûnê ve diçe’   Hanîfe Kardaş jî destnîşan kir ku krîz her diçe girantir dibe û herî zêde jî karker û kedkar bi bandor dibin û got: “Sedema herî mezin a krîzê şer e. Pere ji şer re tê razandin. Gel nizane ku çawa ji krîzê rizgar bibe. Desthilatdarî ji her du alî ve tengezar bûye. Kêr gihiştiye hestî. Ji ber betalî û krîzê mirov întîxar dikin. Bi hezaran hevalên me îxrac kirin. Li şûna ku sererastkirinek bê kirin rewş her diçe xera dibe.”   ‘Bi kevçî didin bi heskê digirin’   Hanîfeyê daxuyakirin ku roja ewil a 2020’an bi zemên nû çavên xwe vekirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi baca gel hewl didin aboriya welat bê kirin. Yanî bi kevçî didin bi heskê digirin. Bêyî şerm bikin dibêjin me ji bo mûçeyên asgarîyê zem kiriye. Bila dakevin nava gel her tiştî bibînin. Ji zema kirine zêdetir diçe bacê. Bac her diçe zêde dibe. Mûçeyê wan 30-40 hezar e. Bêguman rewşa karkeran fêm nakin. Bila mehekê mûçeyên xwe negirin, bila bi mûçeyê asgarîyê ew debarê bikin em jî bibînin. Divê civak bêdeng nemîne. Heta têkoşîn neyê dayîn wê dîsa karker û kedkar bindest bimînin.”