MSD'ê komcivînek têkîldarî êrîşên li ser Efrînê li dar xist 2020-01-15 15:40:58   QAMIŞLO - Meclîsa Sûriya Demokratîk komcivînek têkîldarî êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê li dar xist.   Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) komcivînek têkîldarî êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê li hola Zana ya bajarê Qamişloyê li dar xist. Di komcivînê de bi dehan jinên ji saziyên xweser yên civaka sivîl û Rêveberiya xweser amade bûn. Hol bi wêneyên Avesta Xabûr, Hevrîn Xelef û dayê Eqide û pankarta bi nivîsa "Ji bo jiyanek bi rûmet, em ê berxwedana xwe bidomînin"  hatibû xemilandin.    Komcivîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Dîwana komcivînê Rêveberiya bîroya jinê ya Meclîsa Sûriya Demokratîk Canda Mihemed, ji Rêveberiya Bîroya jinê ya Meclîsa Sûriya Demokratîk Gulîstan Ibrahîm û Endama Bîroya Jinê ya Meclîsa Sûriya Demokratîk Yasmîn Hewar bûn.     Canda Mihemed axivî û wiha got: "Efrîn xwezaya herî xweşik, dewlemend û ber bi çav bû. Şêniyên Efrînê ji ber xeta demokrasiyê dişopandin, rastî êrîşê dewleta tirk û çeteyên wê hatin û xaka wan hat dagirkirin. Şêniyên li Efrînê dijîn hemû  li ser bingeha sistema netewa demokratîk xwe bi rêxistin dikirin. Di 20'ê çileya 2018'an de dewleta tirk bi 72 teyareyên şer êrîşî Efrînê kir, armanc ne tenê Gelê Kurd bû, di heman demê de armanc êrîşa sistema netewa demokratîk û wekheviya gelan bû."    Paşê sinevîzyonek têkîldarî beriya êrîşên dewleta tirk û piştî êrîşên dewleta tirk ên li ser xaka Efrînê hat pêşkêşkirin.    Komcivîn bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.