Çalakiya xwepêşendanê di roja xwe yê duyemîn de didome 2020-01-15 15:04:17   ŞEHBA -  Konê ku li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Şehbayê hatî vedan îro koma duyem dewr girt. Her wiha saziyen sivîl di serdana konê de axivîn û li dijî tecrîdê bertekên xwe anî ziman.    Bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê, li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dirûşma "Em ê tecrîd û faşizmê têk bibin, netewa demokratîk misoger bikin" li parka navçeya Ehdas a Şehbayê kon hat vedan. Pankart û weneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li konê hatin daliqandin. Çalakî di roja duyem de ji aliyê şêniyên Efrîn û navçeya Ehdas ve hat dewir girtin. Her wiha saziyên sivîl, navçe û gundewarên Ehrezê û wargeha Serdemê serdana konê kirin.   Xwepêşandan bi deqeyek rêzgirtin des pê kir. Paşê li ser navê Kongreya Star a navçeya Ehrezê Zozan Haj Xelîl, Hevserokê Meclîsa Ehrezê Hesen Ebdo, Yekitiya jina azad a Şehbayê Xezalê Elo, Kongreya Star a Wargeha Serdemê Hûriyê Mistefa û Meclîsa Wargeha Serdemê Ferîd Oso axivîn. Di axaftinê de hat destnîşankirin ku mezinahiya fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hemû pêkhateyên Sûriyeyê û tevahî cîhanê di nava xwe de hemêz dike û wiha gotin: "Yekbûna gelan û wekheviya ku di nav parêznemeyên Serok Apo de hatiye diyarkirin bû sedema ku jin rojana zêdetir xwedî hêz û îrade bibe, ji bo wê yekem jin wê ji bo azadiya Serok Apo di nav şer û tekoşînê de be. Weke şêniyên Efrînê taybet her wê şer bikin û li ber xwe bidin heta Serok Apo ji Îmraliyê derxin."   Paşê dengê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan têkildarî azadiya jin û çawaniya xwe bi rêxistinkirinê hat guhdarkirin û kesên ku beşdarê çalakiyê bûne helbest û stran ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêşkêşkirin. Her wiha jinên ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re mane têkîldarê kesayet û fikrê wê axivîn.   Çalakiya xwepêşendanê di roja xwe ya duyemîn de bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Ji tecrîdê re na" di dawî bû.