Fîlmê berxwedana Sûrê hat pêşandan 2020-01-15 09:53:01   HESEKÊ - Fîlmê bi navê "Ji bo Azadiyê" yê derbarê berxwedana Sûrê ya Amedê de ku derhênertiya wê Ersîn Çelik kir, li Hesekê hat pêşandan.   Ji aliyê Komîna Fîlmên Rojava ve Fîlmê bi navê "Ji bo Azadiyê" yê derbarê berxwedana Sûrê ya Amedê de ku derhênertiyaa wê Ersîn Çelik kir, li Hola Selam a Hesekê hat pêşandan.   Bi dehan şêniyên bajarê Hesekê, saziyên civaka sivîl û Rêveberiya Xweser ji bo temaşekirina fîlim amade bûn.   Piştî bi deqeyek rêzgirtin a ji bo giyanên têkoşerên azadiyê, Endama Komîteya filîmên Rojava Safînaz Ebdê bixêrhatina mêvanan kir û got: "Pêwist e em çanda sînema zindî bikin û di riya wê de em civakê bi rastiya xwe bidin girêdan. Ji ber di roja me ya îro de bi rêya rêzefimên Tirkî û Hindîyan civak tê helandin. Em dixwazin berxwedan û rastiyê ji tevahî cihanê re pêşkeş bikin.”   Hêjayî gotinê ku fîlimê “Ji bo Azadiyê” li Kantona Qamişloyê jî hatibû pêşandan.